Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Demîrbaş: Divê em biratiya şaredariyên başûr-bakûr zêdetir bikin

Demîrbaş: Divê em biratiya şaredariyên başûr-bakûr zêdetir bikin

01 Eylül 2012 Cumartesi 22:05
Şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş ku bi tevî heyeteke çû serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî û anî ziman ku hêviya wî ya herî mezin yekîtiya kurdan e.

Şaredarê Sûrê yê Amedê Abdullah Demîrbaş ku ji bo Mîhrîcana 'Rojên Amedê li Dihokê' hatibû Herêma Kurdistanê, çû serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî. Heyeteke ku Qasidê Rojhilata Navîn Saîd Alî Bayrak, Seroka Komeleya Karsazên Jin a Rojhilat û Başûrêrojhilatê (DOGUNKAD) Nevîn Îl jî di nav de ji 12 kesan pêk dihat, bi Demîrbaş re bûn. Şaredarê Duhokê Şevket Mehmet Emir jî di hevdîtinê de amade bû. Demîrbaş û heyeta pê re, li Selahedînê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ve hatin pêşwazîkirin. Di dawiya hevdîtinê de, Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî ji herdu şaredariyan re spasî kir. Barzanî destnîşan kir ku pêwendiyên heyî yên di navbera Parêzgehên Kurdistanê û Tirkiyê de gelek girîng e.

Hêviya ji bo nêzikbûna her du beşan

Şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş, derbarê hevdîtinê de ji Rûdawê re axivî. Demîrbaş, anî ziman ku xwestine vê xebatê bi Barzanî re parve bikin. Demîrbaş wiha got: "Ji ber di encama hilbijartinê de dîsa wekî Serokê Herêma Kurdistanê hat hilbijartin, ev serdana pîrozkirina serokatiya wî ya herêmê bû. Me xwest em têkiliyên şaredariyên başûr û bakur zêdetir bikin. Di aliyê aborî, çandî û civakî de ev têkilî divê xurtir bin. Serdana me tenê li ser şaredariyan û pîrozkirina wî bû. Em divê biratiya şaredariyên bakur û başûr zêde bikin. Ez hêvîdar im van têkiliyên festîvalan, bibe sedema nêzikbûna herdu beşan."

Hêviya ji bo Konferansa Netewî ya Kurd

Demîrbaş da zanîn ku ew ê jî li Amedê 'Rojên Dihokê' çêkin û armanca xwe bi van gotinan anî ziman: "Armanca me ew e ku yekîtiya gelê kurd pêk bê. Em amadekariyên xwe dikin, em ê di nav 3 mehan de vê mîhrîcanê çêkin. Em dixwazin şaredariyên Akrê û Amêdiye jî tevlî bikin. Em ji hevdîtina bi Serok Barzanî re, gelek kêfxweş bûn. Hêviya me ew e ku em konferanseke netewî li Herêma Kurdistanê çêkin. Ev hêvî û banga min e. Lê me di hevdîtinê de behsa vê mijarê nekir."(Rûdaw)

Diğer Haberler