Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Demîrtaş: Bila dê û bavên leşker û polîsan li dijî şer dakevin kolanan

Demîrtaş: Bila dê û bavên leşker û polîsan li dijî şer dakevin kolanan

26 Ağustos 2012 Pazar 01:13
Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş, bal kişand hikûmeta Îsraîlê ji bo ku leşkerekî wan ê dîl bê serbest berdan bi sedan dîlên Filistinî ji zindanan serbest berdide lê Tirkiye tu qîmetê nade leşkerên xwe dîlgirtî.

Demîrtaş, bang li malbatên leşker û polîsan kir û xwest weke dayikên gerîlayan li dijî şer dakevin kolanan û daxwaza aştiyê bikin.

Hevserokê BDP’ê û Parlamenterê Culemêrgê Selahattîn Demîrtaş, derbarê 3 leşkerên ku 19 roj berê li ser riya Amed-Çewlikê ji aliyê PKK’iyan ve hatibûn revandin de, bi malbatên leşkeran re civîneke çapameniyê pêk anî. Demîrtaş, li avahiya BDP’a Amedê bi malbatên leşkerên dîlgirtî Hadî Gîzlî, Ramazan Başaran û Reşat Çaçan derkete pêşberî kamerayan û nêrîna xwe ya derbarê mijarê de vegot.

Demîrtaş, bal kişand hikûmeta Îsraîlê ji bo ku leşkerekî wan ê dîl bê berdan bi sedan dîlên di destê xwe de ji girtîgehan serbest berdide lê Tirkiye tu qîmetê nade leşkerên xwe yên dîlgirtî. Demîrtaş, destnîşan kir dewlet bi darê zorê ciwanan dibe leşkeriyê lê dema ku dîl jî têne girtin bêdeng dimîne û wiha got: “Bila leşkeriya mecbûrî rabe, mafê reda ûcdanî pêk bê. Dewlet divê xwedî li malbatên leşkerên dîlgirtî derkeve. Dema ku leşkerekî dimire qiyametê radikin lê dema ku leşker sax in tu qîmeta wan nizanin. Ev durûtî ye.”

Demîrtaş, bang li malbatên leşker û polîsan jî kir û xwest weke dayikên gerîlayan li dijî şer  dakevin kuçe û kolanan û daxwaza aştiyê bikin. (Rûdaw)

Diğer Haberler