Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Demîrtaş bo Erdogan: Em jî şaredariyên Roma û Parîs û New Yorkê dixazin

Demîrtaş bo Erdogan: Em jî şaredariyên Roma û Parîs û New Yorkê dixazin

19 Mayıs 2012 Cumartesi 12:31
Selaheddîn Demîrtaş, di bersiva serokwezîrê Tirkiyê de ku gotibû, “Em şaredariyên Diyarbekir, Wan û Mêrdînê jî dixazin” wiha got, “Em jî şaredariyên Roma, Parîs û New York dixazin lê nabe, ji ber wê jî daxaziya serokwezîr xeyal e.”

Serokê giştî yê partiya aştî û demokrasiyê (BDP), Selahedîn Demîrtaş, di bersiva serokwezîrê Tirkiyê de ku gotibû, “Em şaredariyên Diyarbekir, Wan û Mêrdînê jî dixazin” wiha got, “Em jî şaredariyên Roma (Îtaliya), Parîs (Fransa) û New York (Amerîka) dixazin lê nabe, ji ber wê jî daxaziya serokwezîr xeyal e.”

Li gorî nûçeya rojnameya Milliyet a Tirkiyê, serokê giştî yê BDP, Selahedîn Demîrtaş, li bara daxuyaniyên serokwezîr Erdogasn, ên di civîna parêzgehan a AKP de gotibû “Em şaredariyên Diyarbekir, Wan û Mêrdînê jî dixazin” daxuyaniyek da.

Li gorî nûçeyê, Demîrtaş, di bersiva Erdogan de wiha got, “Serokwezîr şaredariyên Diyarbekir, Wan û Şirnexê dixaze. Em jî şaredariyên Roma, Parîs û New Yorkê dixazin. Çiqasî ev daxaziya me zehmet û xeyal be, daxaziya serokwezîr jî wiqasî zehmet û xeyal e. Jixwe emê şaredariya Mêrdînê jî qezenc bikin.”

Serokwezîrê Tirkiyê û serokê AKPê, Recep Tayyip Erdogan, di civîna parêzgehan a partiya xwe de gotibû, divê şaredariyên Diyarbekir, Wan û Mêrdînê bibin yên AKP.

Şaredariyên Diyarbekir û Wanê yên BDP ne.

AKnews

Diğer Haberler