Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Demîrtaş bo Zana: Çareserî ne li cem Erdogan e

Demîrtaş bo Zana: Çareserî ne li cem Erdogan e

15 Haziran 2012 Cuma 23:53
Selaheddîn Demîrtaş, diyar kir, pirsa kurdî dê ji aliyê gel ve bê çareserkirin ne serokwezîr Erdogan.

15 Hezîran  – Serokê giştî yê partiya aştî û demokrasiyê (BDP), Selahedîn Demîrtaş, diyar kir, pirsa kurdî dê ji aliyê gel ve bê çareserkirin ne serokwezîr Erdogan.

Li gorî nûçeya NTV, duh piştî ku gotinên parlamentera serbixwe ya Diyarbekirê, Leyla Zana, ku gotibû “serokwezîrê Erdogan dikare pirsa kurd çareser bike”, hat weşandin, Demîrtaş bêyî ku navê Zana bîne, bersiva wê da.

Li gorî nûçeyê, Demîrtaş, diyar kir, pirsa kurd dê ji aliyê gel ve bê çareserkirin ne serokwezîr.

Demîrtaş, wiha axivî, “Kê bo çareseriya pirsa kurd ji serokwezîr bihêvî be xwe dixapîne û wek endameke AKP hizir dike. Ji ber ku herkes gotin û siyaseta serokwezîr dibîne, ka kîjan gotin û çalakiyên wî hêvî daye? Hêviya çareseriyê li nav gel de ye ne li cem serokwezîr.”

Leyla Zana, duh di hevpeyvînekê de digel rojnameya Hurriyet a Tirkiyê, gotibû, serokwezîrê Tirkiyê dikare pirsa kurd çareser bike û ew bi wî bawer e, lewer naxaza baweriya xwe li bara vê yekê de ji dest bide.

AKnews

Diğer Haberler