Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Demîrtaş: Dema wê hatiye ku şêwazên eskerî bê sekinandin

Demîrtaş: Dema wê hatiye ku şêwazên eskerî bê sekinandin

05 Ağustos 2012 Pazar 17:21
Serokê giştî yê partiya aştî û demokrasiyê (BDP), Selahedîn Demîrtaş, diyar kir, dema wê hatiye ku dewleta Tirkiyê şêwaza eskerî bo çareseriya pirsa kurd bide sekinandin.

Li gorî nûçeya NTV, Selahedîn Demîrtaş, li avahiya BDP li Diyarbekirê, di civînekî de ku li ser rewşa dawî li Kurdistana Bakûr, bi taybet li ser Şemzînan û bûyera Roboskî hati sazkirin, axivî.

Demîrtaş, diyar kir, di çarçoveya operasyonên navçeya Şemzînanê de, gund tên valakirin û ji ber ku dever wek deverek eskerî hatiye ragihandin, parlamenterên BDP jî nekarîne herin wir.

Serokê BDP, wiha domand, “Niha dema wê hatiye ku hikûmet bêje ‘em şêwaza eskerî bo çareseriya pirsa kurd didin sekinandin’. Ev 13 roj e li deverê şer heye û artêş jî nikare di warê bejayî de bikeve deverê. Em dixazin herin wir û bizanin li wê derê çi diqewime. Gund tên valakirin.”

Selahedîn Demîrtaş, li bara bûyera Roboskî de jî got, dewlet dixaze bûyera Roboskî veşêre lê divê berpirsên bûyera han bên aşkerekirin.(AKnews)

Diğer Haberler