Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Demirtaş: Em ê sindoqan vala vegerînin

Demirtaş: Em ê sindoqan vala vegerînin

03 Ağustos 2010 Salı 17:33
Demirtaş ku di mîtînga ji bo referanduma 12'ê îlonê li Qersê axivî, got ku ew ê sindoqan vala vegerînin.
Selahattin Demirtaşê ku mîtîngên "boykot"a referandumê didomîne, îro li Qersê derkete pêşberî gel. Di mîtînga ku peyamnêrê AKnewsê jî şopand de Demirtaş ji bûyerên li Înegol û Hatayê AK Partî berpirs girt û îdia kir ku Serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan derbekaran diparêze.

Demirtaş got, "Em jî dixwazin ku ev welat bi destûreke bingehîn a demokratîk û azadîxwaz bê rêvebirin. Di serî de desteka herî mezin me da. Lê me dît ku niyera AKP'ê ew e ku pîne bike û derbekaran biparêze. Ji ber vê em diçin boykotê."

Demirtaş ku diyar kir generalên derbarê wan de fermna girtinê derketiye, ne ji ber kuştinên kiryarnediyar lê ji ber hewldana derbeya li hemberî AK Partiyê tên girtin, got ku divê Tirkiye zêdetir bibe demokratîk û ji binê wesayeta artêşê derkeve.

AKnews

Diğer Haberler