Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Demirtaş: ”Heke hikûmet birastî bixaze em bo gotûbêjê amade ne”

Demirtaş: "Heke hikûmet birastî bixaze em bo gotûbêjê amade ne"

03 Nisan 2012 Salı 18:56
Demîrtaş, diyar kir, BDP bo muzakereya digel dewleta Tirkiyê amade ye û wiha axivî, “Bila hevdîtin bi awayekî zindî bên weşandin.”

Hevserokê partiya aştî û demokrasiyê (BDP) Selahedîn Demîrtaş, diyar kir, BDP bo muzakereya digel dewleta Tirkiyê amade ye û wiha axivî, “Bila hevdîtin bi awayekî zindî bên weşandin.”

Selahedîn Demîrtaş, îro di civîna fraksyona partiya xwe ya parlamentoya Tirkiyê de axivî û got, zêdetirî 3 mehan bi ser bûyera Roboskî re derbas bûye lê heta niha tu encamek ji lêkolîna bûyerê derneketiye.

Demîrtaş, diyar kir, fermandehiya artêşê agahiyên ku komîsyona mafên mirov a parlamentoyê dixaze, nade û ragihand, ligel hemû hewlên hikûmetê bo tepisandina bûyerê, ew dê dest ji şopandina wê bernedin.

Hevserokê BDPê, gotina serokwezîr a “bi terorê re şer, bi siyasetê re muzakere” bibîr xist û got, ev gotin taktîk e û wiah anî ziman, “Em dûvka tu kesî nînin û ji bilî gel ji tu kesekî din ferman wernagirin.”

Selahedîn Demîrtaş, got, heke hikûmet bixaze BDP bo diyalogê amade ye û wiha domand:

“Heke hûn dixazin ev arîşe bi gotûbêjê çareser bibe werin pêş em çareser bikin. Bila hevdîtin bi zindî bên weşandin, helbet ez vê yekê wek merc nabêjim. Bila herkes bibîne ka em çi daxivin û kî çareseriyê dixaze û kî naxaze.”

AKnews

Diğer Haberler