Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Demirtaş: Hûn Çima Ji Peyva Kurdistanê Aciz Dibin?

Demirtaş: Hûn Çima Ji Peyva Kurdistanê Aciz Dibin?

05 Ağustos 2010 Perşembe 00:38
Serokkomar û Serokwezîr çûne Norşînê û gotin 'Norşîn'. Niha gava em dibêjin 'Kurdistan' çima hûn aciz dibin? Mezintirîn navê ciyê ku qedexe bûye 'Kurdistan' e."
Hevserokê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Selahattin Demirtaş ku mîtîngên ji bo 'boykot'kirina referanduma di 12'ê îlonê de didomîne, di axaftina di mîtînga Agiriyê de ji bo Serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan got, "We ji 'Norşîn'ê re got 'Norşîn'. Çima niha dema em dibêjin 'Kurdistan' hûn aciz dibin?"

Li gorî nûçeya "internethaber.com"ê, di mîtînga BDP'ê ya li Agiriyê li Cadeya Erzurumê di demjimêr 13.00'î de pêk hat de Parlamentera BDP'ê ya Wanê Fatma Kurtulan, Parlamentera Îdirê Pervîn Buldan, Parlamenterê Bedlîsê Nezîr Karabaş, Parlamenterê Colemêrgê Hamît Geylanî, Parlamenterê Mûşê Nurî Yaman û şaredarên navçeyan beşdar bûn.

Demirtaş ku anî ziman "aliyek dibêje 'demokrasiyê tînim' û dest bi kampanyayeke mezin a derewan dike û aliyê din bi çar lepan destûra Kenan Evren hembêz dike", got, "Eger di destûreke bingehîn de tê xwestin nasnameyekê tenê biafirînin û yên din asîmîle bikin, çi Destûra Bingehîn a derbeyê be çi 'Destûra Bingehîn a Erdogan' be, em ne mecbûr in ku bêjin 'erê'."

Hevserokê BDP'ê ku vegot derbarê gotinên Şaredarê Bajarê Mezin ê Diyarbekirê Osman Baydemir ku li Dêrsimê di Festîvala Xweza û Çandê ya Munzurê de gotibû, got, "Ma Şaredarek dê nikaribe ramanên xwe vebêje?"

Demirtaş ku diyar kir "li herêmên xweser" ên ku dê li Tirkiyeyê bên avakirin herkes dê bi zimanê xwe û baweriya xwe ligel hev bijî, wiha dewam kir:

"Yekane riya çareseriyê ev e. Yên ku parçebûnê naxwazin divê piştgiriyê bidin vê çareseriyê. Serokkomar û Serokwezîr çûne Norşînê û gotin 'Norşîn'. Niha gava em dibêjin 'Kurdistan' çima hûn aciz dibin? Mezintirîn navê ciyê ku qedexe bûye 'Kurdistan' e."

AKnews

Diğer Haberler