Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Demirtaş: MHPê Beşdarî Nebe, Lê Divê CHPê Bibe

Demirtaş: MHPê Beşdarî Nebe, Lê Divê CHPê Bibe

20 Ekim 2012 Cumartesi 11:55
Selehattin Demirtaş, derbarê çareseriya pirsgirêka Kurd de, pişt da hevdîtinên ku tên kirin û rewşa dawî nirxand.

Hevserokê BDPê Demirtaş anî ziman ku, Serokkomar Abdullah Gul ji rewşa pirsgirêka Kurd ne raziye û serokkomar gotiye pêşveçûn her ku diçe xirab dibe. Demirtaş ji nûnerê Enqerê yê rojnameya Hurriyetê Şukru Kuçukşahin re mîjarên rojevê nirxand. Demirtaş wiha pêde çû: “ Serokwezîr dibêjê pêvajoya Osloyê dikare dîsa destpê bike. Heqe ku em jî ji bo çareseriyê zorê bidin serokwezîr. Min dît ku, serokkomar û serokê Mezlîsê jî dixwazin tiştên baş bikin, lê ewina jî ji pêşveçûnê ne rezî ne. Me ji bo çareseriyê, bi wan re 3 sernavên girîng parva kir.

1-MHPê tevlî çareseriyê nabe, çareserî bê MHPê jî dibe. Divê partiyên din bila werin cem hev û gavên ewil bavêjin.

2- Mizakare li kî dere dibe bila bibe, em ji welatiyan re parva bikin. Pişra jî, heyeta PKKê û hikumetê hevdîtinan pêk bînin.

3- Mîsyona, pêwîsta Ocalan jî heye. Ger ew a di girtîgehê de be, PKKê tu gava navêje.

Çime: xeberenkurdi.com

Selehattin Demirtaş got, bila hemû partiyên siyasî rîskê bigrin û têkevin tevgera çareseriye.

Diğer Haberler