Newepel de nuştoxê neweyî
Hûmara 96. ya Newepelî Vejîya. Nuştoxanê na hûmare ra Sedef Kandemir, Newal Nupel, Ferîd Îbrahîm Sevinç û Meral Güntaş reya verên a ke Newepel de dest bi nuştişê kirdkî kenê.
Wêjeya kirmanckî û  Seyda Melle Ehmedê Xasî
Nivîskar-lêkolîner Roşan Lezgîn, Ehmedê Xasî wek destpêka wêjeya kirmanckî bi nav kir û got ew him zanayekî olî him jî zanayekî felsefeyê bû û bi 4-5 zimanan dizanîbû.
Kürdistan Kamuoyuna [Sıdkı ZİLAN]
Kürdistan İslami Hareketi (AZADÎ) eski Genel Sekreteri, Evet-Hayır Kampanyası ve diğer konulara ilişkin basın açıklaması yaptı.
Derince: Li şûna kreşên ku qeyûman dest danîn ser dê alternatîvên nû derkevin

Derince: Li şûna kreşên ku qeyûman dest danîn ser dê alternatîvên nû derkevin

24 Şubat 2017 Cuma 09:31
Qeyûman li Amedê dest danîn ser kreşên bi zimanî kurdî perwerde didan zarokan û mufretada wan guherand.

Qeyûman li Amedê dest danîn ser kreşên bi zimanî kurdî perwerde didan zarokan û mufretada wan guherand. Berpirsê kreşên bi kurdî Mehmet Şerif Derince diyar dike ku ew li ser hin alternatîvan kar dikin û di alternatîfên nû de, ew ê feraseta Zarokîstanan bidome.

Li bajarên kurda piştî tayinkirina qeyûman gelek sazî û dezgeyên kurdî ku girêdayi şaraderîyane yek bi yek têne girtin. Gelek sazî jî di serî de xebatkarên wan derdixin û piştre sazî an tê girtin an naveroka wê diguherin. Yek ji van sazîya jî Kreş û Pêşdibistana Zarokistan a girêdayi Şaraderîya Bajarê Mezin a Amedê ye. Zarokistan projeyek Hevşaredarên Gultan Kişanak û Firat Anli ku ji peywirê hatin durxistin û hatin girtin bû. Qeyûmê ku hate tayînkirin 39 mamosteyên dibistanê dixebitin di 21 Sibatê Roja Zimanê Dayikê de ji kar hatin derxistin. Tê gotin ku qeyûm dixwaze Zarokistan li gorî muferadata xwe bigûherîne. Di rojên borî de qeyûmê ku tayinî Şaredarîya Peyasê bibû jî xebatkarên Zarokistana Xalkolak ji kar derxistibû û dibistan vergerandibû tirkî.

'SOZA KIŞANAK Û ANLI BÛ'

Akademisyen Şerif Derince berî tayinkirina qeyuman, rêvebirê zarokistanan bû, lê ew jî berîya çend mehan ji kar hat derxistin. Her wiha Derince yek ji wan kesan bû ku di avakirina Zarokistan de pêşengi kirîye. Derince di derbarê armanca Zarokistan û naveroka wê de ji Sputnik Kurdistan re axifî. Derince wiha got: "Wê wextê armanca sereke ew bû ku malbat bikarin zarokên xwe li wî cihê wexta ew bi xwe li cihên kar in bihêlin. Serî de ziman nebûye mijareke serbixwe. 3-4 taxên cuda de, van navendan wekî sîstemên kreşên taybet kar kiribû. Helbet bêpere bû ev xîzmet. Lê du sal berê, di hilbijartina 2014an de yek ji soza Gultan Kisanak û Firat Anli ji bo gel ew bû kû ji bo zarokan kreşan vekin û zimanê wan bi kurdî be. Bi vê mebestê, 2 avahiyên nû, bi bûdçeyekê qasî 5 trîlyonan hatin avakirin. Dora 40 mamosteyên nû, 20 jî xebatkarên paqijî, ewlehî, xwarin û tiştên din hatin girtin. Tevî mamoste û xebatkarên berê komek dora 75 kesan berhev bû."

‘BINGEHA DIBISTANÊ ZIMANÊ DAYIKÊ BÛ'

Piştî vê destpêkê ji bo rê û rêbaz, naverok û materyalan jî, berî ku Zarokistan vebin, ji havînê ve xebatek hat destpêkirin. Derince derbarê vê pêvajoyê wiha berdewamkir: "Me biryara modela perwerdehiyê dîyar kir. Taybetî bi pêşniyara hevşaredaran hat biryargirtin kû li ser bingeha zimanê dayikê be, lê tenê derdê Zarokistanê bi ziman re sînorkirî nebe. Zêdetir bibe modelek cîhanî bi naveroka xwe, perwerdehiyek asteke bilind pêk were û ev jî bi riya zimanê dayikê were meşandin. Yanî berevajî xebatên din ên ziman, armanc tenê hînkirina ziman nebû. Yanî Zarokistan ne qursa zimanê kurdî bû. Zêdetir navenda perwerdehiyek bi qalîte û bi zimanê kurdî be."

'MAMOSTEYAN MUFREDATEK NÛ AMADEKIRI BÛ'

Derince anî ziman ku ji bo pêkanîna vê armancê, 3 mijarên girîng hebû û wiha axifî: "Yek perwerdehiya mamosteyan, du ferasta perwerdehiyê û mufredat, sêyem jî materyalên wê bo. Serê salê, nava salê û dawiya salê perwerdehiya mamosteyan hat dayîn. Ji derve jî pispor hatin bo perwerdehiya mamosteyan. Feraseta nû hat nîqaşkirin û hînbûn. Duyem, bi beşdariya nêzîkê 20 mamosteyan mufredatak nû hat amadekirin. Li şûna ku ji derve mufredatek amade peyda bikin û bidin ber destê mamosteyan, me got baştir e em bi xwe mufredata xwe li gorî feraseta xwe û li gorî pêdiviyên xwe amade bikin. Me wisa jî kir. Ji meha tebaxê heta nîsanê xebata mûfredatê hat meşandin. Encamê de mufredatek gelek xurt derket holê û her wiha mamosteyan xwe gelekî pêş ve birin di mijara mûfredatê de. Niha her mamoste dikare perwerdehiya mufredatê bide. Mijara me ya sêyem jî materyal bûn. Me hawiza materyalan pêk anî. Hemû materyalên eleqadar berhev kirin û ji nav wan çavkaniyên ji aliyê ziman, naverok, feraset û qalîteya weşanê nirxand. Hinek ji wan hilbijart û ji derve ew materyal stand. Lê zêdetir, mamosteyan bi xwe materyal amadekirin ji bo xwe, li gorî mufredeta xwe."

'JI SEDI 60Ê ZAROKAN BÊ PERE PERWERDEHI DIGIRTIN'

Derince destnîşankir ku par, 5 navendên berê yên perwerdehiya zarokan hebû. Du heb avahiyên nû jî hatin avakirin. Hejmara wan bû heft û wiha got: "Lê mixabin havîna çûyî di şerê nav Sûrê de, bi gule û topên artêşa tirk navendek me ya li Taxa Hasirliyê hat xirakirin. Ji nav 6 pêşdibistanên me, ya li Taxa Bagcilarê ya herî mezin bû. Kapasîteya wê 220 bû. Tam kapasîte dixebitî. Yek li Taxa Gurdogan/450 Evler bû. Ew jî kapasite qasî 150 bû, hejmara wir jî nêzîkê 100 zarokan bû. Li çar taxên din jî bi giştî qasî 200 zarokên me hebûn. Sedî 60ê zarokên me bêpere perwerdehî digirtin. Yên din, di navbera 250 û 500 TL pereyên cuda didan."

'QEYÛM JI PARTIYEKÊ PÊŞNIYARIYA MAMOSTEYÊN NÛ XWESTIYE'

Derince di derbarê hejmara xebatkaran de jî agahî da û wiha got: "Hejmara mamosteyan nêzîkê 45 bû, hejmara xebatkarên din tevê rêveberan 35 bû. Bi giştî komek qasî 75 kesan kar dikir. Di fermiyetê de ti navend nehatine girtin, lê ji ber ku %80ê mamoste ji kar hatine derxistin û mamosteyên din jî biryar dane ku dewam nekin û tevî mamosteyên din tevbigerin, di pratîkê de kreş vala bûn. Hema bêje hemû malbatên me jî ji me re gotine ku ew ê qeyda xwe jê bibin û zarokên xwe neşînên kreşên bi feraseta qeyûman were meşandin. Agahî hat ku qeyum xwestiye ji partiyek siyasî lîsteya mamosteyan ji wan re were pêşniyar kirin qasî çend hefte berê. Vê hefteyê ew mamoste hatine Zarokistanê bibînin, tê texmînkirin ku nav çend rojan de ew ê dest bi kar bikin. Dîsa hat ragihandin ku ew ê qayum bi zimanê tirkî û li gorî sistema pêşdibistanên dewletê xîzmetê bide."

'3 ALTERNATIFÊN ME YÊN CÛDA HENE'

Derince anî ziman ku ew û malbat tevde di nava xebatke nû dene û ev agahî dan: "Pratîka heta niha a qeyuman derbarê ziman de, me dizaniya ku ew ê destdirêjiyên wiha bikin. Ji ber ku li bajar û navçeyên din piştî ku qeyûm hatin, pêşî kreş girtin, xebatên çandê dan sekinandin. Lewma hinek amadekariyên me hebûn. Bi malbatan re hevdîtin û civîn hatibûn çêkirin û ji bo alternatîfan rê û rêbaz dihat niqaşkirin. Niha jî komîsyonek ji malbatan hatiye avakirin. Ew ê malbat bibin aktorên serekê yên xebatan. 3 alternatîfên cuda hene. Yek ji van alternatîfan ji bo demek kurt, çareseriyek lezgînî ye. Her du alternatîfên din bo demdirêjî me daye ber xwe. Em wisa hêvî dikin ku piştî vê destdirêjiya qeyûm/dewletê ew ê gavek nû di têkoşîna ziman de dest pê bike û xebata malbatan dê bibe mînakek balkêş ji bo pêşerojê. Di alternatîfên nû de, ew ê ferasate Zarokistanan bidome."

Sertaç Kayar / krd.sputniknews.com

Diğer Haberler