Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Dermanê me di canê me de ye

Dermanê me di canê me de ye

02 Ocak 2013 Çarşamba 08:17
Pisporên tenduristiyê û nexweşînên hestiyan, dibêjin ku gelek nexweşiyên mirov, bi xwînê dikarin bên dermankirin.

Pisporên tenduristiyê, dibêjin ku dermanê di canê meriv de, xwîna meriv bi xwe ye. Pispor navê PRP li vê cureya dermanê kirin. PRP tê wateya ‘Platelet Rich Plasma’ ango ‘Pêkanîna Plazma ya di aliyê Platelet (trombosit) de dewlemendkirî'. Hucreyên di xwînê de ne û navê wan trombosît e, têne tîrkirin û li cihê ku zirar dîtiye tên enjektekirin. Navê vê dermankirinê jî, 'Pêkanîna PRP' ye. Pispor didin zanîn ku ji kesek, 15-20 cc xwîn distînin, trombosîtê ji vana vediqetînin û be seromê re, dîsa enjekteyî herêma ku zirar dîtiye, dikin. 

Werzîşvan bikar tînin

Pispor bandora trombosîtê wiha aşkera dikin: "Trombosît ku hucreyên di xwînê de ne, beşên riziyayî yên di canê mirov de, nû dikin. Cureyên birîndarbûnê, yên wekî birîndarbûna hestî, monik û mêjuyê, bi vê metodê tên dermankirin. Li cîhanê ev 20 sal in ev metod tê bikaranîn. Pir girîng e ku mirov bizanibe ev metod ji bo kîjan cureyên birîndarbûnê tê bikaranîn. Ger ku nizabe, ev ji bo nexweş dibe dezavantajek. Bi piranî jî werzîşvan vê metodê bikar tînin."(Rûdaw)

Diğer Haberler