Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Dersa bijarte erênî ye lê têrî kurdan nake

Dersa bijarte erênî ye lê têrî kurdan nake

14 Haziran 2012 Perşembe 11:55
Welatiyek: Sedema ku dersa bijarte xistine pola 5’emîn, nehînbûna kurdî ye.

Amed  – Welatiyên kurd ên li Amedê gava dersa bijarte ya bi kurdî weke gaveke erênî nirxandin lê diyar kirin ev gav têr nake. Amediyan xwest ev gav bibe destpêk û perwerdehiya zimanê kurdî jî di demeke kin de dest pê bike.

Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, vê heftiyê di civîna koma partiya xwe ya parlamentoyê de, aşkera kir dê dersa kurdî weke dersa bijarte li dibistanan bê dayîn. Erdogan, ev pêşveçûn weke gaveke dîrokî nirxand û wekî ku dizane dê BDP li dijî dersa bijarte derkeve lê zêde kir û got: “Em ê bibînin ka dê kî ji bo vê gavê çi bêje.” Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî Omer Dînçer jî piştî Erdogan derbarê pergala dersa bijarte de agahî da hin rojnamevanan. Li gorî gotinên Dînçer, ji bo her 10-12 kesên ku ji bo dersa bijarte serlêdan bikin, dê mamoste bên peywirdarkirin. Bi destpêkirina dibistanê re kesên bixwazin dê bikaribin dersa kurdî werbigrin. Lê dersên kurdî dê heftiyê tenê 2 saetan bên dayîn û ev yek jî di bin navê “Ziman û Şêwezarên Dijîn” de tê dayîn. Rasterst navê kurdî li vê dersê nayê kirin. Her wiha dersa bijarte a kurdî dê ji pola 5’emîn dest pê bike.

Rojnameya me Rûdawê berê xwe da kuçeyên Amedê û ev yek hem ji xelkê û hem jî ji kesên pêwendîdar pirsî. Hinek kesan ev gav weke “erênî lê têr nake” nirxand û hinek kesan jî ev gav weke “gaveke asîmîlasyonê” nirxand. Yek ji kesê ku vê gavê weke asîmîlasyon dibîne jî xebatkarê kafeyê Rifat Çîçek e. Ew vê yekê weke ziravkirina asîmîlasyonê dinirxîne. Li gorî Rifat Çîçek sedema ku dersa bijarte xistine pola 5’emîn, nehînbûna kurdî ye. Çîçek, van gotinên xwe wiha diparêze: “Zarok jixwe heta pola 5’emîn, dibe 12 salî. Heta wê çaxê dema tirkî perwerdehî bibîne, dê çawa piştre kurdî hîn bibe? Ku ji pola yekê dest pê neke, dê çawa 5 sal piştre bi kurdî hîn bibe? Ev berdewama asîmîlasyonê ye. Divê temamê dersan bi kurdî bin. Kurdekî çawa dibe zimanê xwe yê dayikê bi dersa hilbijêr hîn bibe? Divê ereb, tirk û kesên biyanî kurdî weke dersa bijarte bixwînin. Em ji pola yekemîn heta zanîngehê perwerdehiya zimanê kurdî dixwazin. Li gel kurdî dikare tirkî jî hebe.”

Rifat Çîçek

‘Dîwarê psîkolojîk ê di serê zarokan de dê bê ruxandin’

Yek ji kesên ku ev gav erênî nirxand jî kuafor Emrah Guneş e. Ew ji navçeya Çinara Amedê ye. Bi kurdî dizane lê demeke dirêj û li ser hev nikare hemû derdê xwe bi kurdî bibêje. Ji ber vê yekê derd û êşa ziman ji gelek kesan zêdetir dikişîne. Li gorî Guneş, ger dersa bijarte dest pê bike, qet nebe dê zarokên kurd bikaribin xwendin û nivîsandina kurdî hîn bibin û ev yek jî dê dîwarê psîkolojîk ên ku di serê zarokan de hatine çêkiririn bê rûxandin. Kurdî dê rewatir bibe û axaftina kurdî dê li kolanê zêdetir bibe. Zarok dê bibînin zarokên din jî bi zimanê wî diaxivin û ev ziman ne tiştekî şermê ye. Lê kuaforê kurd Guneş jî weke hemû kurdan dixwaze piştî vê gavê gavên mezintir jî bên avêtin û kurdî bibe zimanê perwerdehiyê.

Emrah Guneş

‘Li dadgehan qedexe ye lê li dibistanê serbest e’

Rojnamevanê kurd Mahmûd Oral jî nûnertiya rojnameya Cumhuriyetê dike. Kurdekî ji Misircêya Sêrtê ye. Ev demeke dirêj e li Amedê dijî. Li gorî Oral, li bajarên kurdan pirsgirêka herî mezin têkiliya di navbera karmendên dewletê û welatiyan de ye. Gelek caran bûye şahid ji ber ku karmend bi kurdî nizanin û welatî jî tam bi tirkî nizanin, pirsgirêk derketine. Li gorî Oral, divê karmendên dewletê yên li van bajaran êdî ji kesên kurdîzan pêk bên. Rojnamevan Oral jî di wê baweriyê de ye ev gava dersa bijarte têr nake. Ji bo ku zimanek bikaribe bijî, divê di asta perwerdehiyê de bê dayîn.

Mehmûd Oral

‘Li metropolên Tirkiyeyê dibe zexta nijadperestan hebe’

Serokê Komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Zimanê Kurdî (Kurdî-Der) Burhan Zorooglu jî di wê baweriyê de ye dersa bijarte dê nikaribe kul û birînên zimanê kurdî derman bike. Her çiqas gaveke erênî jî be kurdan zûde perwerdehiya bi zimanê kurdî heq kiriye. Zorooglu, ramanên xwe wiha vedibêje: “Ger zarokek heta pola 5’emîn perwerdehiya zikmakî nebîne, nikare bi pêş bikeve. Ev ziman li dadgehan nayê pejirandin lê li dibistanan dibe dersa bijarte. Ev nakokî ye. Daxwaza giştî ya gel perwerdehiya bi zimanê kurdî ye. Ev gav bê avêtin, dê li vî welatî aştî jî pêk bê.” Tirsa Zorooglu ew e ku hin berpirsyarên îdareyê înisiyatîfa xwe xirab bi kar bînin û bi hincetên cuda nehêlin zarok dersa kurdî bibijêrin. Li metropolên Tirkiyeyê jî dibe kesên ku van dersan hilbijêrin, rastê helwesta neyînî ya nijadperestan bên. Ji ber vê yekê Zorooglu dixwaze ev yek di makezagonê de were mîsogerkirin.

Maşallah Dekak / Rûdaw

Diğer Haberler