Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
‘Dersa bijarte ji bo perwerdeya zimanê dayîkê gavekî erênî ye’

‘Dersa bijarte ji bo perwerdeya zimanê dayîkê gavekî erênî ye’

24 Haziran 2012 Pazar 00:42
Prof. Dr. Kadri Yildirim: “Em dersa bijarte ya kurdî wekî pêngavek ji bo perwerdeya zimanê dayîkê dibinin û ji bo vê yekê giring e.”

Wezareta perwerdeyê ya Tirkiyê berî demekê biryar girt ku li Tirkiyê dersa kurdî wekî bijarte bê dayîn. Rêveberê Enstîtûya Zimanên Zindî Dr. Kadri Yildirim derbarê hêjmara mamosta û amadekariyên ji bo dersa bijarte ya kurdî ji Rûdawê re got: “Niha qasî 100 mamoste ji bo dersa kurdî amadene.” Yildirim got: “Em dersa bijarte ya kurdî wekî pêngavek ji bo perwerdeya zimanê dayîkê dibinin û ji bo vê yekê giring e.”

Cîgirê rektor ê Zanîngeha Artuklu û Rêveberê Enstîtûya Zimanên Zindî Prof. Dr. Kadri Yildirim agehdariyên zêdetir derbarê dersa bijarte ya kurdî de da Rûdawê û wiha got: “Wezarete perwerdeyê ya Tirkiyê îsal biryar girt ku wekî dersekî bijarte dersa kurdî bikeve dibistanên wezaretê. Dema behsa vê yekê hat kirin me jî ji wezaretê re raporek şand û me ji wan re got, ger hun tiştekî wisa bikin bi me re hevkariyê bikin û bi serê xwe karekî wisa nekin. Ji xwe ev 2-3 salin em xwendekarên masterê, lîsansa bilind, lîsansa ziman û edebiyata kurdî didin. Bi vî awayî ev yek ket serê wan jî û wan jî bi me re hevkarî kir. Biryar girtin ku em mamostayên vî karî bikin, qasî salekê perwerde bikin. Piştî salekê jî ev wê wekî mamostayên kadro di dibistanên wezaretê de mamostatiyê bikin.”

Dr. Yildirim di berdewama axaftinên xwe de diyar kir ku me ji berpirsên wezareta perwerdeyê re got: “Ev pêngav ji bo pêngavên derbarê perwerdeya zimanê dayîkê de bên avêtin, pêngavekî başe. Me jî ev wekî erênî dît û me xwest em di nava vî karî de cih bigrin. Hem ji bo amadekirina pirtûkên dersê yên di dibistanên wezaretê de wekî meteryalên dersên bên bikaranîn.”

Di nava 40 rojan de pirtûka yekemîn tê amadekirin

Cîgirê rektor ê Zanîngeha Artuklu derbarê pirtûkên dersê de jî agehdarî da û got: “Ji bo pirtûkên dersê jî, me wekî beşa ziman û çanda kurdî ya enstîtuya zimanên zindî ew kar girt ser milê xwe. Emê di nava 40 rojan de pirtûka yekemîn a ku îsal wê li dibistanên wezaretê bên xwendin amade bikin. Em niha li ser dixebitin. Li gorî niştecihên Kurdistana bakur pirtûk wê ji du zaravayan (kurmancî û zazakî) pêk bê. Tişta em difikirin jî rûpelek kurmancî û ya li hemberî wê jî bi zazakî be. Mînak, rûpela yekemîn wê bi kurmancî be û heman mijar wê di rûpela destê rastê de jî bi zazakî be. Bi vî awayî kêm jî be mamosta wê hem fêrî kurmancî û hem jî zazakî bibin. Li gor herêm û bajaran jî wê mamosta dersên kurmancî û zazakî bidin. Li hêrêmîn bi zazakî diaxivin, wê bi zazakî û yên kurmancîaxêf jî wê bi kurmancî ders bên dayîn û wê agehdariya wan ji hev jî hebe. Bi vî awayî di heman pirtûkê de emê cih bidin zaraveyê kurmancî û zazakî.”

Dr. Yildirim destnîşan kir ku dersa bijarte ji bo zimanê dayîkê jî pêngavekî giringe û got: “Em wekî pêngavek ji bo perwerdeya zimanê dayîkê jî bingeh dibînin, bi vî awayî temaşe dikin û binirxînin. Di demekî nêz an jî dur de, dema ji bo perwerdeya zimanê dayîkê biryar hat dayîn, em dixwazin heta wê demê vê valehiyê bi amadekirina meteryalên dersê, pirtûkên dersê û perwerdekirina mamosteyan tejî bikin.”

Yildirim got: “Ji xwe kurd bi vê gavê razî nabin, lê ji bo ev gav wekî pirekê me bigihîne gavên giring û mezintir, em bi wî çavî temaşe dikin. Ji bo vê jî em giring dibînin. Dema biryara perwerdeya ji bo zimanê dayîkê hat dayîn, çi nebe jî heta wê demê ev valehî baş bê tejîkirin û nirxandin.”

Qasî 100 kes ji bo mamostatiya kurdî amadene

Li ser pirsa çend mamosta ji bo zazakî û kurmancî hene? Dr. Yildirim got: “Di beşa kurdî ya zanîngeha me de 10 mamostayên kadro û qasî 40 xwendekarên me yên masterê hene. Ji vana jî qasî 20 kesan tezên xwe amade dikin. Di demekî nêz de wê tezên xwe xelas bikin û bibin pisporê ziman û çanda kurdî. Emê ji wan jî sûd werbigrin. Qasî 100 kesan ji bo mamostatiya kurdî amadene. Ji xwe 10-15 mamosta dikarin wî karî bi rêve bibin.”

Cîgirê rektor ê Zanîngeha Artuklu û Rêveberê Enstîtûya Zimanên Zindî Prof. Dr. Kadri Yildirim bersiva pirsa ‘Wê dersa bijarte ya kurdî li kîjan bajaran jî bê dayîn?’ da û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Dema wezareta perwerdeyê hevdîtin ligel me kir, me pêşniyar kir ku ji ber tevayî Tirkiyê ji bo vê yekê ne amadeye, li çend herêm û bajaran ev yek bê dest pê kirin. Wan jî got belê, lê niha hê ne diyare wê ji kîjan bajar, herêm û ji kîjan dibistanê bê dest pê kirin.”

Mihemed Tahir / Rûdaw

Diğer Haberler