Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Desteya Kurdî: Rojava ji Sûriyê cûda nabe

Desteya Kurdî: Rojava ji Sûriyê cûda nabe

31 Temmuz 2012 Salı 15:02
Desteya Bilind a Kurdî ya li Sûriyê ragihand ku hebûna wan ti zererê nagihîne welatên cîran û di armanca wan de nîne ku ji Sûriyê cûda bibin.

Duh (30.07.2012) Desteya Bilind a Kurdî di daxuyaniyek ji raya giştî re ku kopiyeke wê ji Rûdawê re jî hatiye şandin de wiha dibêje: “Ew aloziyên ji ber bûyerên vê dawiyê yên li Sûriyê derketine holê, bandor li ser herêmên Kurdî çêkir. Ji bo wê jî erkê tevgera Kurd bû ji bo parastina gel, mal û milkê giştî tedbîrên pêwîst werbigrin.”

Di berdewama daxuyaniya Desteya Kurdî de wiha tê gotin: “Em dûbare dikin ku beşek ji gelê Sûriyê ne û em bi tevlîbûnekî aştiyane û di pratîkê de, hewl bidin ku Sûriyekî demokrat û pir hizbî damezirînin.”

Desteya Bilind a Kurdî di daxuyaniya xwe de tekezê li ser wê yekê dike ku kurd ne çavkaniya metirsiyê ne û wiha dibêje: “Em tekezê li ser wê yekê dikin ku kurd ne çavkaniya metirsî û gefa li ser aştî û asayîşa welatên cîran in. Em naxwazin ji Sûriyê cûda bibin û alîgiriya parçekirina Sûriyê nakin. Tişta li navçeyên kurdî çêdibe, tenê tedbîrên pêwîst ên ji bo parastina aştiya civakî ne.”

Piştî hêzên ewlekariyê yên Sûriyê ji gelek navçeyên kurdî xwe vekişandin, partî û aliyên rojavayê Kurdistanê erkê parastina navçeyên xwe girtin ser stûyê xwe. Ev yek jî bû sedemê nerazîbûna Tirkiye û welatên din ên cîran.(Rûdaw)

Diğer Haberler