Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
‘Dewlet Bi Öcalan Re Hevdîtinê Dike’

‘Dewlet Bi Öcalan Re Hevdîtinê Dike’

26 Ağustos 2010 Perşembe 13:07
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Sadullah Ergin got, “Dezgeyên îstîxbaratê yên dewletê, dem bi dem li gorî pêwîstiyê hevdîtin kirine.”
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Sadullah Ergin, derbarî îdiayên ku bi lîderê PKKê Abdullah Öcalan ku di İmraliyê de girtiye re hevdîtin hatiye kirin de got, “Dezgeyên îstîxbaratê yên dewletê, dem bi dem li gorî pêwîstiyê hevdîtin kirine.”

Wezîr Ergin, ji NTV re axîvî û got, piştî girtina wî, Öcalan ji hêla hin saziyên dewletê ve hatiye ziyaretkirin û domand, “Dem bi dem saziyên îstixbaratê yên dewletê li gorî pêdiviyan çûn serdana wî. Ev yek niha dest pê nekiriye. Hikûmeta AK Partiyê û siyaset dest navêje vê mijarê. Dema pêwîst be saziyên ewlehiyê yên dewletê diçin dibînin.”

Ergin got, mijar neteweyî ye û divê bo polemîkên siyasî neyê bikaranîn û di nava refleksa xwe parastinê de hevdîtinên wiha yên dewletê asan in. Ergin wiha domand:

“Em çawa hevdîtinê dikin. Midûrê girtîxaneyê heye. Ji xwe personelên Wezareta Dadê wê derê birêve dibe. Îdiaya wek musteşarê wezaretê çûye dîtiye ne rast e. Derbarê hevdîtinan de dozgeriya pêwendîdar destûrê dide. Muxatabên me yên Parlamentoyê diyar in. Tiştê ku AK Partî dixwaze gavên ku destê 73 milyonan bihêz dikin bavêje.”

Serokê Konseya Rêveberiya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Murad Karayılan, di rojên derbasbûyî de eşkere kir ku, biryara agirbestê, bi hevdîtan Öcalan û karbidestên dewletê hatiye girtin.

Li ser muxalefeta tund, Serokwezîr Erdoğan got, “Hikûmet na, lê gava pêwîst be dewlet hevdîtinê dike” û Serokkomar Abdullah Gül jî got, dema ku pêwîst bû dîplomasî dikeve dewrê.

KCK, di 13ê Tebaxê de eşkere kir ku, heta 20ê îlonê pêvajoya bêçalakî îlan kirine.

AKnews

Diğer Haberler