Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Dewleta Tirkan heye çima ya Kurdan nebe!

Dewleta Tirkan heye çima ya Kurdan nebe!

13 Nisan 2017 Perşembe 16:34
Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Parlamenterê Rihayê Osman Baydemîr got, dewleta Tirk, Ereb û Farisan heye çi ma ya Kurdan nebe.

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Osman Baydemîr li ser rewşa Kurdan daxuyanî da Rûdawê û ragihand ku mafê gelê herçar perçeyên Kurdistanê mafên xwezayî ne û mafê gelê Ereb, Tirk û Farisan çi be, mafê gelê Kurd jî ew e.

Osman Baydemîr amaje kir ku gelek karesat bi ser Kurdan hatiye û got, mixabin Helebce, enfal bi ser Kurdan de hatiye û li herêma Barzan Kurd rastî komkujiyê hatine û nêrîna serokê berê yê Iraqê Sedam Hisên li hemberî Kurdan çi be nêrîna Şam, Tehran û Enqerê jî ew e.

Baydemîr anî ziman gelê Başûrê Kurdistanê biberxwedan û keda xwe gihîştiye serkeftinekî girîng û ew wekî kurdekî serkeftinên Başûrê Kurdistanê wek ên xwe dibîne, çimkî Kurd yek milet e û wiha domand:

“Parlamentoya Kurdistanê çi bibêje û partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê li ser çi xalên hevpar li hev bikin em dê piştgiriya wê bikin. Gelê Başûrê Kurdistanê ji bo paşeroja xwe çi bixwaze em dê bêşert û bêmerc qebûl bikin û dê piştgiriyê bidin.”

“Kurd çima nebin dewlet”

Berdevkê HDPê wiha domand: “Mixabin nêrîna dewletê wekî ya beriya sedsalan e. Dewlet serokomaran, serokwezîran diguherîne lê ti ciran nêrîna xwe ya li hemberî Kurdan naguherîne. Ji bo ev yeke were guhertin em jî li Bakurê Kurdistanê dixebitin. Em dixwazn çareserî pêk were.

Lê mixabin ew li dijî serkeftinên Başûrê Kurdistanê ne, Ala Başûrê Kurdistanê ango ya Kurdistanê wekî ya dijminên xwe dibînin. Kurd li Başûrê Kurdistanê bibin federasyon an jî dewlet çima li dijî Tirk, Ereb û Farisan be? Dewleta Tirk, Ereb û Farisan heye çi ma ya Kurdan nebe.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Baydemîr got: “Ji vê yekê bibawer bin, heger Ala Rengîn li heyv, mars û saturnê jî bê daliqandin ew dê li dijî derbikevin. Çimkî ew dijminên Kurdan e. Heger em kurd li ser xalên hevpar li hev bikin dewletên cîhanê jî mecbûr in ku daxwazên me qebûl bikin.”

Herwiha Baydemîr da zanîn ku li Herêma Kurdistanê zimanê erebî û tirkmenî di parlamotoyê de wekî fermî tê naskirin, lê li parlamentoya Tirkiyê zimanê kurdî qedexe ye.

Rûdaw

Diğer Haberler