Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Dewletê got ‘xwekujî’, malbatê bawer nekir

Dewletê got ‘xwekujî’, malbatê bawer nekir

26 Ağustos 2012 Pazar 03:07
Leşkerê binavê Yilmaz Çelgîn yê li navçeya Şemzînana Colemêrgê leşkertî diki û hate gotin, ‘xwekuştiye’ cenazeyê wî radestî malbatê kir, têkildarî bûyerê rapora otopsiyê ya Dozgeriya Leşkerî temam bû.

Leşkerê binavê Yilmaz Çelgîn yê li navçeya Şemzînana Colemêrgê leşkertî diki û hate gotin, ‘xwekuştiye’ cenazeyê wî radestî malbatê kir, têkildarî bûyerê rapora otopsiyê ya Dozgeriya Leşkerî temam bû. Di raporê de hate gotin ku, Çelgîn ji eniya xwe û bin erzinga xwe du gule xwarine. Malbata Çelgîn ya ku bawer nedikirin zarokên wan xwe kuştiye, careke din ji bo otopsiyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Fethiyê kir.

Di van demên dawî de mirinên leşkeran yê zêde dibin bi gotina ‘xwekuşt’ sere digirin. Di derbarê kuştina Yilmaz Çelgîn ku cenazeyê wî weke ‘xwekuşt’ dane malbatê pêşveçûnên nû derdikevin holê.

Leşker Yilmaz Çelgîn ku ji Bajarokê Oludenîz yê ser bi navçeya Fethiya Mûglayê ve çû li Tabûra Duwem ya Sînor ya navçeya Şemzînan Colemêrgê leşkertî dikir, di 21’ê Hezîrana 2012’an de mirî hate dîtin. Rayedarên leşkerî cenazeyê Çelgîn radestî malbata wî ya li Oludenîz ya Fethiyê kirin û gotin, ‘kurê we xwe kuşt’.

RAPORA DOZGERIYA LEŞKERÎ: DU BERIKÊN GULEYÊ HATIN DÎTIN

Lê belê piştî 2 meh ser re derbazbûn rapora otopsî ya Dozgeriya Leşkerî aşkera bû. Li gorî raporê hate gotin; “Yilmaz Çelgîn yê ku biçekê hate birîndar kirin û mirî hate dîtin, sedemê mirina Çelgîn li gel gulebarana çekê, şkestina hestiyê ser, xwîn rijîna ser mejî, raçîna mejî derbeyek mezin xwariye û xwîn winda kiriye. Di cesed de birînên du berikên guleyan hatin dîtin…”

‘GER XWEKUŞTIYE GULEYA DUWEM KÊ LÊ DAYE’

Xaleta Çelgîn Hatîce Kivrak ji destpêkê ve bawer nedikir ku mirina zarokê wan ‘xwekujiye’ û pirsên wiha kir: “Ger xwekuştibe çima di hestiyê serê wî de du berikên guleyê hatin dîtin? Kesekî ku ji guleya yekem dimire, çawa dibe ku guleya duwem berde serê xwe?”

‘PIRSGIRÊKÊN WÎ YÊN PSÎKOLOJÎK TUNEBÛN’

Xalet Kivrak ragihand ku, çi pirsgirêkên psîkolojîk yên xarzayê wî tunebûn û wiha got; “Xarzayê min kesek wisan nîne xwe bikuje. Kesekî xwe bikuje ma dê biçe heman rojê rihên xwe bitiraşe û henekan li gel hevalên xwe bike? Roja ku gotin xwe kuştiye, li gel hevalek xwe bû û sohbet dikirin. Weke din jî beriya rojekê li dayîka xwe geriyaye û jêre gotiye ‘mereqa min nekin, rewşa min başe’. Çawa dibe ku zarokek di rojekê de xwebikuje.”

JI BO OTOPSIYEKÎ NÛ SERÎ LI DOZGERIYÊ DA

Kivrak diyarkir ku, ji bo ev bûyer ronî bibe, çi tê xwestin ew dê bikin. Kivrak da zanîn ku, “Vî zarokî xwe nekuşt. Em tenê dixwazin ev bûyer bê ronî kirin. Ji bo careke din otopsî bê kirin me daxwazname da Serdozgeriya Komarê ya Fethiyeyê. Em dixwazin gora wî bê vekirin. Ji ber ku ger ev bûyer bê nixumandin, wê wijdana me îşkenceyê bikêşe.”

‘GER TIRKIYE VÊ RONÎ NEKE, EM DÊ BIÇIN DMME’YÊ

Kivrak bilêv kir ku, ger li Tirkiyeyê rêyên hiqûqî nemînin, ew dê biçin DMME’yê. Kivrak da zanîn ku, “Em zarokên xwe ji bo kesek wan bide ber guleyan mezin nakin. Bila berpirsyar bêne derxistin û hesap jê bê xwestin.”(ANF)

Diğer Haberler