Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
‘Dezgehên dewletê bi Ocalan re guftûgo dikin’

‘Dezgehên dewletê bi Ocalan re guftûgo dikin’

22 Temmuz 2012 Pazar 14:11
Vahit Kiler: Hikûmetê guftûgo nekiriye, lê dezgehên sîxuriyê yên dewletê guftûgoyê dikin.

Hevpeyvîn: Hêmin Xoşnaw

Bi baweriya parlamenterê AKPê yê Bedlîsê Vahit Kiler, ji xeynî çekdanînê ti rêyeke din li pêşberî PKKê nemaye. Herwiha wan gotegotan red dike ku hikûmetê soz dabe Ocalan, ger PKK dest ji çekan berde, wî biguheze zindaneke vekirî.

Rûdaw: Demeke behsa guftûgoya hikûmet û Ocalan tê kirin ji bo nehiştina şîdetê li Tirkiyeyê û çareserkirina pirsgirêka Kurdan. Bi baweriya te ev bangewazî rast e?

Vahit Kiler: Hikûmetê guftûgoya bi vî rengî nekiriye, lê dezgehên sîxuriyê yên dewletê guftûgoyê dikin. Ew ji bo nehiştina terorê hemû rêyan diceribînin.

‘Gava PKKê dest ji çekan berda, tiştê pêwîst e hikûmet û dewlet dikin’

Da ku Tirkiye Ocalan razî bike, pişt bi kîjan proje yan ramanekê girêdidin?

Di vî alî de helwesta komara Tirkiyeyê di daxuyaniyên serokwezîr Recep Tayyip Erdogan de diyar e, her hewldanekê ji bo nehiştina terorê dikin. Em hewl didin aramî baskê xwe li ser deverê vede. Ji bo vê jî tenê şertekî me heye, ew jî çekdanîn e. Piştî çekdanînê em amade ne gotûbêjan li gel hemû aliyan bikin. Bêyî çekdanînê em ti şertên pêşwext û gotûbêjekê qebûl nakin. Gava PKKê dest ji çekan berda, tiştê pêwîst e hikûmet û dewlet dikin.

Piştî civîna Leyla Zana li gel Erdogan, behsa wê yekê tê kirin ku Îmralî û Qendîl ji hevdu dûr dikevin?  

Em hest bi vê dûrketinê nakin. Gotinên Leyla Zana û dû re jî civîna wê li gel birêz serokwezîr, me hinek karvedanên wan dîtin. Dibe ku hinek kes û alî bi gotûbêja Leyla Zana li gel serokwezîr dilgiran bin, lê ger însiyatîfa wê encamê bide, ew kes bêdeng dibin û tiştekî wan namîne. 

Bi baweriya te dewletê ji Ocalan re gotiye ger PKK çekan deyne, emê te veguhêzin zindaneke vekirî?

Na bi ti awayî ev soz nehatiye dayin, li navendên dewletê rênîşanderiya ‘ger çekan deynin, rewşa Ocalan baştir dibe’ nehatiye.

‘Kes piştgiriya PKKê nake’

Bi baweriya te, şerê di navbera artêşê û PKKê de wiha zû bi dawî dibe?

Her ku diçe PKK bêtir îzole dibe, ji xeynî çend aliyan ku dixwazin wî partiyê bikar bînin, kes piştgiriya wan nake. Her ku diçe Kurd li deverê ji PKKê dûr dikevin. Lewma ji xeynî xatirxwestina ji çekan ti rêyeke din li pêşberî PKKê nîne.

Rûdaw

Diğer Haberler