Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Di bombebarana balafirên Sûriyê de 4 kurd mirin

Di bombebarana balafirên Sûriyê de 4 kurd mirin

09 Ekim 2012 Salı 21:54
Balefirên şer ên rejîma Sûriyeyê li ser rêya Efrîn û Helebê dîsa wesiyata rêwiyan bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 4 kurdan jiyana xwe ji dest da û 7 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, wesayîta rêwiyan dema ji Efrînê diçû Helebê, li nêzî bajaroka Heyanê ya Helebê ji aliyê balefirên şer ên Sûriyeyê ve hate bombebarankirin. Di encama bomberana ku saet derdora 12.00’an pêk hat de 4 welatiyên kurd jiyana xwe ji dest dan û 7 kes jî birîndar bûn. Hate ragihandin ku kesek jî winda ye.

Navên kesên jiyana xwe ji dest dane wiha ne:

Henîfe Yusuf a 50 salî. Ji gundê Birc Evdila yê girêdayi Efrînê,

Keça Henîfe Hêvî Şemo ya 23 salî,

Kamuran Mehemed Elî yê 40 salî, ji gundê Meerezkê yê girêdayî Efrînê,

Ajokarê wesayîtê Menan Helîl Elî yê 25 salî, ji gundê Qitnê yê Efrînê ye.

Navên kesên birîndar jî wiha ne:

Keça Henîfe Yusuf Yasemîn Şemo ya 9 salî

Ayşe Arif a 34 salî, ji gundê Meerezkê yê girêdayî Efrînê ye

Wehît Şemo yê 24 salî û hevsera wî Dilşa Necar a 22 salî

Celal Weqaf ê ji gundê Xwezyan ê girêdayî Efrînê

Silêman Ekaş ê 50 salî, ji bajaroka Şîê yê Efrînê

Canê Selîmî Şemo ya 17 salî

Hate ragihadin ku welatiya bi navê Canan Xelîl Şemo jî winda ye û heta niha agahî jê nehatiye girtin.

Ji kesên ku jiyana xwe ji dest dane cenazeyê Kamuran Mihemed Elî (40) û Menan Helîl Elî (25) birin Efrînê. Herwiha ji birîndaran jî Silêman Ekaş û Canê Selimî Şemo (17) jî birin nexweşxaneyên li Efrînê. Cenazeyên 2 kesên din û birîndarên din jî birin bajarê Helebê.

Li aliyê din hate hînbûn ku li herêma bomberan hatiye kirin tu şer û pevçûn tunebûn.

Balefirên şer ên rejîma Suriyê, demek beriya niha jî, dîsa li ser rêya Erfîn û Helebê wesiyta rêwiyan bombebaran kiribû û di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dabû û 7 kes jî birîndar bibûn.(Rûdaw/DÎHA)

Diğer Haberler