Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Di çalakiya Şemiyê de aqûbeta Ahmet Ustun hate pirsîn

Di çalakiya Şemiyê de aqûbeta Ahmet Ustun hate pirsîn

12 Ağustos 2012 Pazar 07:46
Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" di hefteya 183'an de dîsa li hev kom bûn û aqûbeta Ahmet Ustun yê di sala 1994'an de hate windakirin pirsîn.

Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan jibo winda bên dîtin û kujer bên darizandin, li ber Abîdeya Mafên Mirovan ya Parka Koşuyolu ya Amedê di hefteya 183'emîn de li hev kom bûn. Di daxuyaniyê de Hunermend Nur Surer, nûnerên saziyên sivîl yên civakî, nûnerên Amed Goç-Der, SES û xizmên windayan amade bûn.

Li ser navê komê Rêvebera ÎHD'ê Necibe Guneş Perînçek daxuyanî da û êrîşa li dijî MAZLUMDER'ê şermezar kir. Perînçek anî ziman ku, li Tirkiyeyê parazvanê mafên mirovan tên darizandin û rastî neheqiyan tên.

Perînçek destnîşan kir ku, di sala 1994'an de li navçeya Cizîrê Ahmet Ustun ji aliyê 6-7 kesan ve hate hate revandin û windakirin. Perînçek destnîşan kir ku, kesên Ustun revandine diyar kirine ku îfadeya wî heye û dê serbest berdin û piştî ew birine lojnamên leşkeran carek din nehatiye malê.

Perînçek anî ziman ku, bavê Ustun Mehmet Ustun 3 rojan çûye lojnamên cendirmeyan û herî dawî çûye serî lidozgeriyê daye. Perîrnçek bilêv kir ku, sercerdevan Kamîl Atak jî ji bavê Ustun re gotiye kurê te li lojmanê ye dê li dadgehê serbest bê berdan tiştekî tu têkeve nava xeman tune û bavê Ustun şandiye malê.

Perînçek bilêv kir ku, Ustun herî dawî diçe xizmê xwe yê ku karmendê Qonaxa hikûmetê û endamê JÎTEM'ê Abit (Ubeyit) ziyaret dike û alîkariyê ji wî dixwaze û Abît jî ji Ustun de dibêje kurê te hatiye kuştin here konê şînê veke.

Çalakiyê bi rûniştinê bi dawî bû.(ANF)

Diğer Haberler