Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Di canê Ozal de jehr hat dîtin

Di canê Ozal de jehr hat dîtin

12 Aralık 2012 Çarşamba 19:46
Rapora têkildarî mirina Turgut Ozal de, xilas bû. Di rapora 1'emîn Lijneya Îhtisasê ya Saziya Tiba Edlî de hat diyarkirin ku di canê Ozal de jehr hatiye dîtin.

Rapora têkildarî mirina 8'emîn Serokomarê Tirkiyê Turgut Ozal de, xilas bû. Di rapora 1'emîn Lijneya Îhtisasê ya Saziya Tiba Edlî de hat diyarkirin ku di canê Ozal de jehr hatiye dîtin, lê nikaribûne zelal bikin ku ev dibe sedema mirinê an na.  

8'emîn Serokomarê Tirkiyê Turgut Ozal, di 17'ê nîsana sala 1993'yan de li paytext Enqere ya Tirkiyê dema li ser karê xwe bû, nexweş ket. Dema ew rakirin nexweşxaneyê, jiyana xwe ji dest da. Mirina wî di serî de ji aliyê hevjîna wî Semra Ozal, her wiha ji aliyê gelek kesan ve bi guman hat dîtin. Eleqeya wî ya ji bo çareseriya pirsgirêka kurd a bi rêyên aştiyane jî, wek sedema vê gumanê hat dîtin. Ji ber gelek serlêdanan, Saziya Tiba Edlî gora wî vekir û li ser canê wî lêkolîn kirin. Encama rapora 1'emîn Lijneya Îhtisasê ya Saziya Tiba Edlî, hat aşkerakirin. Rapor îro dê ji Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê re bê pêşkêşkirin. Serdozgerî jî piştre wê der barê raporê de daxuyaniyek bide. Di raporê de hat diyarkirin ku di canê 8'emîn Serokomarê Tirkiyê Turgut Ozal de madeyên toksît (jehr) hatine dîtin û wiha hat gotin: "Dibe ku di canê her mirovê de ev hebe. Em nikarin bêjin ku ev bûye sedema mirinê." 

Hat ragihandin ku ji ber van gotinan, çend endamên saziyê, ev rapor îmze nekirine, lê dîsa jî rapor bi pirdengiyê hatiye erêkirin.(Rûdaw)

Diğer Haberler