Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Di Doza 28 Sibatê De Pêla 3.

Di Doza 28 Sibatê De Pêla 3.

25 Nisan 2012 Çarşamba 12:54
Lêpirsîna 28’ê Sibatê berfireh dibe. Di lêpirsîna 28’ê Sibatê de pêla 3’emîn jî dest pê kir. 6 jê eskerên mûvazzaf, 7 jê eskerên teqawît, bi tevahî derbarê 13 eskeran de biryara desteserkirinê derket.

Di lêpirsîna 28’ê sibatê de pêla 3’emîn jî dest pê kir. Li gor daxuyaniya serdozgeriya Ankarayê, li 3 bajaran, li 12 navnîşanan lêgerîn têne kirin.

Di çarçoveya operasyonê de li hin malên li İstanbul, Ankara û İzmirê lêgerîn hat kirin.  Li  İstanbulê di mala  serheng Atilla Kurtay, serhengê teqawît  Mehmet Aygüner û serpelê teqawît  Tanju Sirme de  jî lêgerîn hebûn.    

Tîmên ewlekariyê,  li Ankarayê 6, li Îzmîrê jî di 3 malan de lêgerîn kir. Di nava malên Enqereyê yên ku lêgerîn lê hat kirin de, mala serheng Yahya Kemal Yakişkan jî hebû.     

Operasyon, li ser 13 eskerên ku derbarê wan de biryara desteserkirinê hatiye dayîn, têne kirin. Lêgerîna di mala Orgeneralê teqawît Fevzi Türkeri de qediya. Orgeneral Fevzi Türkeri hat desteserkirin û piştre jî ew birin ewlekariyê.

Di operasyonên ewil yên 28’ê sibatê de orgenerale teqawît Çevik Bir jî di nav de bi tevahî 18 kes hatibûn girtin. Operasyona duyemîn jî hefteya borî hatibû kirin. Di vê operasyonê de jî tumgeneralê teqawît Erol Özkasnak jî di nav de bi tevahî 8 kes hatibû girtin. (xeberenkurdi)

Diğer Haberler