Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Di doza pûşiyê de ’edalet’ hate xwestin

Di doza pûşiyê de 'edalet' hate xwestin

23 Mart 2012 Cuma 14:21
Hate xwestin ku Cîhan Kirmizigulê ku bi hinceta pûşî avêtiye stûyê xwe ev 25 mehin hatiye girtin serbest bê berdan.

STENBOL - Kongreya Gelan ya Demokratîk (HDK), Însiyatîfa hevkariya bi xwendevanên girtî re (TODÎ) Û Kollektîfa xwendevanan xwestin ku Cîhan Kirmizigulê ku bi hinceta pûşî avêtiye stûyê xwe ev 25 mehin hatiye girtin serbest bê berdan.

8'emîn rûniştina doza xwendevanê zanîngeha Galatasarayê Cîhan Kirmizigul ku di nav raya giştî de wekî "doza pûşiyê" tê zanîn li 14'emîn dadgeha cezaya giran a Stenbolê hat dîtin. HDK, TODÎ û endamên kollektîfa xwendevanan beriya rûniştinê li ber edliyê daxuyanî dan û ji bo Kirmizigul edalet û azadî xwestin. Di çalakiya ku parlementera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel jî piştgirî dayê û birayê Kirmizigul Serhat Kirmizigul û bavê wî Vehap Kirmizigul tevlî bûyîn de pankart hatin vekirin û dirûşmeyên wekî; "Em azadiya Cîhan dixwazin" hatin berzkirin.

'EM DÊ BÊDENG NEMÎNIN'

Hîndekarê zanîngeha Galatasarayê Prof, Dr. Yasemîn Înceoglu li ser navê saziyan daxuyanî da û got; "Kirmizigul îro dê derkeve rûniştina 8'emîn. Em ê li hemberî van bûyeran bêdeng nemînin û li dijî vê helwestê têkoşîna xwe bidomînin. Ji bo ne Cîhan û ne jî tu kesên din neyên girtin em îro li vir in." Birayê Kirmizigul Serhat Kirmizigul jî anî ziman ku, çi dibe bila bibe ew ê bihistiyar bin.

'BILA TMK BÊ RAKIRIN'

Parlementera Stenbolê Sebahat Tuncel jî xwest ku qanûna têkoşîna bi terorê re bê rakirin û diyar kir ku li tu deverên cîhanê ev qasî girtiyên ji terorê nînin. Tuncel anî ziman ku li Tirkiyê demokrasî jî nîne.

'BIL XWENDEVANÊN GIRTÎ BÊN BERDAN'

Endamê HDK'ê Eren Yurt jî di daxuyaniya xwe de got; "Li Tirkiyê ji xwendevanên ku tên girtin gelekî wan kurd in. Tu lêpirsîn, binçavkirin û girtin dê paşve gav nede avêtin. Bila xwendevanên hatine girtin demildest bên berdan.

Piştî axaftinan koma mûzîkê Bandîsta konsereke biçûk da, û lîstoka şanoyê ya dema binçavkirinên xwendevanan bi zimaneke kenok tîne ziman hat pêşandan


ANF

Diğer Haberler