Barzanî dema referandûmê destnîşan kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, ku dê di nav sala 2017ê de referandûma ji bo serxwebûna Başûrê Kurdistanê bê encamdan.
Hûmara 97. ya Newepelî Vejîya
Nuştoxanê na hûmare ra Keyaksar Ateş, Abdurehman Önen û Hebûn Stembar reya verên a ke kirdkî nusenê û Newepel de dest pêkenê.
Şîretê Bedîuzzeman Mela Seîdê Kurdî
Ey Milletê Kurd! Îttîfaq di qewet, îttîhad di heyat, birayey di se’adet, hukûmat di selamet est o.
Di giştpirsiyê de helwesta kurdan dê çi be?

Di giştpirsiyê de helwesta kurdan dê çi be?

17 Şubat 2017 Cuma 14:43
Dê di 16'ê Nîsanê de hilbijêrên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo giştpirsiya “Sîstema Serokkomartiyê” biçin ser sindoqan.

Partiya herî mezin a kurdan HDP dê bêje NA lê HUDA-PARê jî diyar kir ku dê ew bêjin ERÊ. Hin kurdên ku bi van her du alternatîfan jî neqayîl in banga boykotê dikin.

Tirkiye amadehiya giştpirsiya 16'ê Nîsanê ya derbarê anîn an ne anîna sîstema serokomartiyê dike. Di vê navberê de partiyên kurdan jî hêdî hêdî helwestên xwe diyar dikin. Partiyên weke HDP, DBP û OSPê dê dengên NA'yê bidin. Hudapar jî dê bêje ERÊ.

Hinek çalakvanên siyasî yên ku rexneyê li van her du alternatifan digirin jî bi taybetî li ser medyaya civakî ji bo boykotê bang li kurdan dikin. Nûrcan Aktay jî yek ji wan çalakvanan e.

Derbarê vê yekê de Nurcan Aktay ji Rûdawê re got; “Min got êdî hêza min tune ye ku ez tiştekî biguherînim. Çareseriye herî baş ew e ku Kurd bi hişmendî, bi siyasî, bi her awayî xwe ji tirkan cuda bikin, veqetînin. Ev yek tenê ne ji bo referandûmê ye, êdî li Tirkiyê heta kurd statuyekê nexin destê xwe ez nas nakim. Rewa jî nabînim.”

Partiya Demokratîk a Gelan HDP jî rexneyan li vê helwestê digire. HDP dixwaze ku kes û karên ku bangî boykotê dikin dengên na'yê bi kar bînin.

Parlamenterê HDP'ê Emîn Adiyaman jî got; “Partî û grûbên piçûk dibêjin em boykot bikin. Boykot di encamê de tê wateya erê. Çima tê erê: çûnkî tevlîbûna dengdanê çiqas berjêr bikeve ev kêrî erê tê. Ew fikrê wan in. Ama rastî ev e: bo pêşeroja gelê kurd ya rast ev e ku em bêjin na.”

Dê di giştpirsiyê de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 58 mîlyon hilbijêr xwediyê mafê dengdayînê ne. Herwiha dê 3 mîlon kesên ku li derveyî welêt jî bikaribin dengên xwe bi kar bînin.

Rûdaw

Diğer Haberler