Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Di MGKê de Pesnê İdîriyan Hat Dayîn

Di MGKê de Pesnê İdîriyan Hat Dayîn

20 Ekim 2012 Cumartesi 11:50
Revandina mamosteyan hate rojeva MGKê û pesnê İdîriyan hat dayîn.

Ji Civîna Ewlekariyê jî derbarê mijara sûrî de biryardarî derket. Piştî civîna 4 saetan dewam kir, hat diyarkirin ku di çarçoveya hiquqa navnetewî de hemû tevdir bibîryardarî dê bên stendin.

Ji lijneyê ji mamoste û welatiyên ku li hember êrîşên PKKê sekinîn re jî piştgirî û pesn hat.

Civîna lijneya ewlekariyê yê 5emîn a salê hate kirin. Civîna ku di serokatiya Serokkomar Abdullah Gül de hat kirin, 4 saetan dewam kir. Di rojevê de êrîşên Sûriyê yên li ser Türkiyeyê û bûyerên terorê hebûn. Ev herdu mijar di bêlavoka ku piştî civînê hat kirin de jî xwedî ciheke girîng girtin.

Di belavokê de bibîryardarî tevdirstendina li hember Sûriyê derkete pêş. Hat diyar kirin ku ji bo ewlekariya me ya netewî û welatiyên me di çarçoveya hiquqa navnetewî de hemû tedvir dê bên stendin û ji bo vê guftûgo hate kirin.

Di lijneyê de li İğdirê ji aliyê endamên rêxistinê êrîşên li ser dibistanan û tevgerên gundiyan ên ku ji revandina mamosteyan re destûr nedan endamên rêxistinê jî hatin guftûgo kirin.

Lijneya ewlekariyê piştgirî da gundî û mamosteyan û got: ev êrîşên dawî yên li ser dibistanan cardin nîşan didin ku rêxistin naxwaze herêm pêşvehere. Tevî hemû van êrîşan tevgerên mamoste û welatiyan bipesn hat pêşwazî kirin.

Wezîrê ragihandin, behrevanî û gihandinê Bînalî Yildirim jî bêşdarî civînê bû. Yildirim di mijara êrîşên sîber de agahî da lijneyê. Derbarê êrîşên sîber de jî daxuyaniya tevdirê hat û wiha hat gotin “ gefa sîber a ku di asta kûrevî de derkete ciheke xetere û ji ber vê ewlekariya welatê me hate guftûgo kirin. Di lijneyê de ji ber êrîşên sîber di asta navnetewî de hewcedariya hevkariyê û koordînasyonê hate bilêv kirin.

 Ji bilî vê rûdanên li İraqê û tevgerdariya li hawirdora erd, behr û hewaya Türkiyeyê jî hate guftûgo kirin.

Diğer Haberler