Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Di Nav Dewletê De Hevkarên PKKê Hene

Di Nav Dewletê De Hevkarên PKKê Hene

10 Nisan 2012 Salı 14:09
Ji Îdrîs Balê partiya AKP’yî, derbarê PKK’ê de rapor amade kir û got: Hevkarên PKK’ê yên di nav dewletê de hene gere bên tesfiye kirin.

Îdrîs Bal, gava ku di rapora pirsgirêka Kurd de çareseriyan rêz dikir, behsa  demên ku bêçareseriyê derbas bûne kir û got, ‘Ev dem dijî pêvajoya Tirkiyeyê ye. Ev pirsgirêk her ku diçe tiştên dinê, derdixe holê’  û İdrîs Bal, balê dikşîne ser vê mijarê.

Piştre jî Bal diyar kir ku dewlet, li dijî pirsgirêka PKKê, bila biryarên zelal bide û biryarên xwe yên ku dane bi sebr, heta dawî bidomîne.

Parlamentere AKP’ê yê Kûtahyayê Prof. Dr. İdris Bal, pirsgirêkên PKKê, raxist ser maseyê, di rapora ku bi 18 pelên û bi xwastina Serokwezîr Tayyip Erdoğan ve hate amade kir de, tespît kirina çareseriya pirsgirêkên PKK û Kurd wê çava were kirin, hatin teşhis kirin. Piştre jî di raporê de çareseriya pisgirêkan xal bi xal hatin bersivandin.

Bal bilêv kir ku ji bo serkeftiya li dijî PKKê encax, bi hêzên bawerî û qontrolî ve wê were çêkirin, kesên ku di nav dewletê de û yên derqanûnî, derbeker û hevkarên PKK’ê dixebitin, ger ji artêş, saloxgerî, ewlekarî, daraz û saziyên din bên tesfiye kirin wê zelal bibe.   

Bal piştre jî gotina xwe wiha domand , ji bo tekoşîna li dijî PKKê, bila qontrol dest di sivîl însîyatîfê de bibe û ji bo ku li ser vê mijarê polîs zêdetir bandordar be, hêzên hiqûqî jî bên berfireh kirin.    

Bal dai dawiyê de darheqê pergala gundpareziyê axivî û got: “Êdî ne dewrê korîciyan e, divê tîmên profesyonel êdî bikevin dewrê.”  (xeberenkurdi.com)

Diğer Haberler