Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
´Di navbera Amed û Duhokê de hezar pir ava bûn´

´Di navbera Amed û Duhokê de hezar pir ava bûn´

01 Eylül 2012 Cumartesi 22:12
Festîvala ´Rojên Nasandina Amedê` ku ev sê roj bûn li Duhokê dewam dikir bi dawî bû.

Festîvala ´Rojên Nasandina Amedê` ku ev sê roj bûn li Duhokê dewam dikir bi dawî bû. Di roja dawî ya Festîvalê de derdora 200 beşdarên ji Amedê hatibûn derbasî bajarokê Amêdiyê bûn û li wir jî beşdarî bernameyên hatibûn amadekirin bûn. 

Roja dawiyê ya Festîvala ´Rojên Nasandina Amedê` ku bi hevkariya Şaredariyên Sûrê ya Amedê û ya Duhokê hat lidarxitin bi serdana bajarê Amêdiyê qediya . Beşdarên ji Amedê hatibûn di destpêkê de serdana Liqa 18. a PDK kirin û li wir di derbarê dîroka Amêdiyê de agahdarî standin. Mêvanên ji Amedê piştî li cihên dîrokî yên li nava bajarokê Amêdiyê geriyan, ji wir derbasî sûlavê bûn. Bernameya festîvalê li sûlava Amediyê di nava atmosferek xwezayî de bi dîwana dengbêjan qediya.  

´Festîval gihişt armanca xwe`

Di dawiya festîvalê de Berdevkê Çapemeniyê yê Şaredariya Duhokê û Serokê Komîteya Festîvala "Rojên Nasandina Amedê li Duhokê" Îsmaîl Mustafa di daxuyaniyek taybet a ji bo Rûdawê diyar kir ku festîvala wan li darxistiye gihiştiye armanca xwe. Îsmaîl Mustafa wiha axifî: "Ger heta niha pirek di navbera Amed û Duhokê de hebe, bi rêya vê festîvalê ev pir bûn sed û hezar pir. Dinyayek dilan a ji xelkên Amedê û xelkên Duhokê tevlîhev bûn û bi vê rêyê têkilî û hevdunasîn çêbû. Ev pêngav ji bo nêzîktayiyek e Bakur û Başûr e. Wekî her du bajarvaniyan jî aliyê çandî, hunerî, werzişî, geştûgûzarî û heta bazirganî jî bi hezaran pir vedibin. Em bi hêvî ne ku piştî vê qonaxê pêwendiyên di navbera Amed û Duhokê de bigihin astek baştir."

´Bajarvanî ji hev sûdê werdigirin`

Serokê Komîteya Festîvala "Rojên Nasandina Amedê li Duhokê" Îsmaîl Mustafa destnîşan kir ku armanca wan ew e gelê Kurd nêzîktirî hev bibin û bi kul û êşên hev agahdar bin. Mustafa wiha pê de çû: "Armanca me ew e ku têkiliyên me digel bakurê Kurdistan xurt bibin, ji ber em yek milet in, ax û zimanê me tevde yek e. Ev pêngavek e ji bo bezandina wan sînorên dagirkeran li ser Kurdistanê danîne û welatê me li ser xwe hevpar kirine. Em herwiha wekî bajarvanî jî bi vî awayî di warê xizmetguzariyê de sûdê ji hev werdigirin."

´Armanc birêveçûna govenda Amedê li Duhokê bû´

Li ser pirsa ka gelo di birêveçûna festîvalê de kîjan kêmasiyan rû dane, Îsmaîl Mustafa wiha axifî: "Weke bajarvanî em cara yekem e karekî wisa mezin dikin. Ger cara yekem karek wisa were kirin bêguman wê kêmasî hebin.Lê belê wek armanca giştî festîval bi başî derbas bû. Bi rastî me wisa amadekarî kiribû ku govenda Amedê li Duhokê bi rê ve here û Amed xwe bi hemû rengan bide nasîn.

Berdevkê Çapemeniyê yê Şaredariya Duhokê û Serokê Komîteya Festîvalê Îsmaîl Mistefa di derbarê rexneyên ku danasîna festîvalê di warê reklamê de kêm hatiye kirin jî diyar kir ku wan di warê reklamê de texsîr nekiriye û ji hêla naverokî ve ew kar ji hemû karan baştir bûye û wan reklam li hemû cihan belavkiriye.

Festîvala Duhokê wê li Amedê were lidarxistin

Ji hêla din ve Şaredariya Sûrê ya Amedê û Şaredariya Duhokê plan dikin ku di meha mijdar a îsal de li Amedê "Festîvala Danasîna Duhokê" li dar bixin. Li gor agahdariyên bi dest ketine, ev plan hê nebûye biryar û di vî warî gotûbêjên di navbera her du şaredariyan de dewam dikin.(Rûdaw)

Diğer Haberler