Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Di navbera KCD û HAK-PAR’ê de ‘şerê Kemal Burkay’

Di navbera KCD û HAK-PAR’ê de ‘şerê Kemal Burkay’

01 Ocak 2013 Salı 06:57
Ji bo şermezarkirina tevkujiya Roboskiyê hemû partiyên siyasî yên kurd û 850 saziyên sivîl bi KCD’ê re hevkarî kirin, lê HAK-PAR’ê di vê hevkariyê de cih negirt.

Derkete holê ku KCD’ê bang li HAK-PAR’ê nekiriye. Sedema nebangkirinê jî rexneyên Kemal Burkay in.

Kongreya Civaka Demokratîk, BDP, KADEP, HAK-PAR, DDKD, OSP, Koma Diyalogê ya Dîcle Firatê û gelek partî û saziyên din ên cuda, herî dawî ji bo daxwazên kurdan ên Makeqanûna Tirkiyeyê xebatên hevpar meşandibûn. Hemû partî û saziyên kurdan li ser 4 daxwazên kurdan li hev kiribûn û dest bi komkirina îmzeyan kiribûn. Lê berhevkirina îmzeyan ji aliyê walîtiyan ve hatibûn qedexekirin.

Ji bo şermezarkirina tevkujiya Roboskiyê bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) 850 saziyên sivîl û partiyên kurdan hevkariyê kirin. Lê di nava vê hevkariyê de cihnegirtina HAK-PAR’ê bal kişand.

‘Bila Bayram Bozyel Burkay rexne bike’

Vasif Kahraman

Li gorî agahiyên ku Serokê HAK-PAR’a Amedê Vasif Kahraman dan Rûdawê, KCD’ê ji bo xebata Roboskiyê bang li wan nekiriye û sedema vê yekê jî gotinên Serokê Giştî yê HAK-PAR’ê Kemal Burkay in. Kahraman, got ji ber ku Burkay hin rexne li rêberên wan kirine, KCD’ê jî bangî wan nekiriye û wiha got: “Wan demek ji me re got Kemal abê heqaret li mezinê me kiriye. Ji ber vê yekê em bi we re kar û xebat nakin. Yan dê Kemal Burkay lêborîn bixwaze yan jî kak Bayram Bozyel (ew dem serokê partiyê bû) dê Kemal abê rexne bike. Ji ber ku ev lêborîn ji me xwestin, me jî got em jî bi we re kar û xebat nakin. Kemal abê tiştekî ne di rê de negotibû. Tiştên ku Abdullah Ocalan di pirtûkên xwe de gotibû, di belgeyên dadgehan de hebû, ev tişt gotibû.” Kahraman, destnîşan kir dema Kemal Burkay ew axaftin kiriye jî ne endamê HAK-PAR’ê bûye û wiha axivî: “Dema ku Kemal abê ew dem qise kir ne endamê HAK-PAR’ê bû. Mirovekî serbixwe bû. Ji ber vê yekê jî kak Bayram çima rabe rexneyan lê bike? Piştî ku bû Serokê HAK-PAR’ê derheqê Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan de jî tiştekî nelirê negotiye.Em hergav amade ne bi hev re kar û xebatê bikin. Ev kar û xebat jî li ser prensîban, pîvanan dibe.”

KCD: Hin tişt ne rexne ne

Edîp Yaşar

Serokê Desteya Dîwana Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Edîp Yaşar, pirsa Rûdawê ya “We ji bo hevkariya xebata Roboskiyê gazî HAK-PAR’ê kir an na?” bêbersiv hişt. Yaşar, diyar kir ku di gelek tiştan de rêxistinên kurd ên sivîl bi hev re xebatê dimeşînin û wiha got: “Ji bo azadiyê, wekheviyê, demokrasiyê têne ba hev. Lê di hin tiştan de jî bi hev re nikarin bimeşin. Ev tiştekî xwezayî ye.” Yaşar, bi awayeke sergirtî bersiva Burkay jî da û ev tişt gotin: “Rexne tiştekî din e. Helbet dê rexne hebin jî, ev demokratîkbûn e. Lê hin tişt hene ne rexne ne. Em dixwazin ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û yekitiya kurdan çi bikeve ser milê wan bi kar bîne.”

Kemal Burkay di hin qenalên televîzyonan de gotibû Ocalan û MÎT’ê bi hev re PKK ava kirine. Ev gotinên Burkay di eniya BDP’ê de rastê nerazîbûnê hatibû.

Maşallah Dekak / Rûdaw

Diğer Haberler