Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Di pêşnûmeya AKPê de pêşîvekirina perwerdehiya kurdî heye

Di pêşnûmeya AKPê de pêşîvekirina perwerdehiya kurdî heye

29 Temmuz 2012 Pazar 17:19
Di pêşnûmeya Destûra Bingehîn ya AKPê de rê li ber perwerdehiya zimanên din jî divebe û bi vî awayî qedexeya li ser perwerdehiya bi kurdî jî dikare rabe.

Bi pêşnûmeya AKPê ji aliyekî ve perwerdehiya ku li gor Ataturkparêziyê tê dayin û ji aliyê din ve qedexeya li ser zimanên ji bilî tirkî hinek guhertin tên kirin.

Li gor rojnameya Radikalê di pêşnûmeya AKPê ya beşa ´Maf û Azadiyên Bingehîn´ de du guharînên sereke yên di Destûra Bingehîn a niha de tên pêşniyarkirin. Di Destûra Bingehîn a niha madeya 42´mîn de tê misogerkirin ku perwerdehî di ҫarҫoweya 'îlke û înqilabên Ataturk’ de tê dayin. Lê belê AKPê di pêşnûmeya xwe ya ku radestî Komisyona Destûra Bingehîn kiriye de ev made rakiriye. 

Herwiha di heman madeya Destûra Bingehîn a niha de tê misogerkirin ku ji bilî zimanê tirkî, bi ti zimanên din perwerdehî nikare ji bo hemwelatiyên Tirk were dayîn.

AKP di pêşnûmeya xwe de pêşniyar dike ku ev hevokên ku rasterast pêşî li perwerdehiya bi kurdî û zimanên din digire rabe. 

Rûdaw

Diğer Haberler