Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Di salekê de 174 hezar kes li ber televizyonê mirin

Di salekê de 174 hezar kes li ber televizyonê mirin

27 Ağustos 2012 Pazartesi 15:20
Pispor didin zanîn ku li tevahiya cîhanê hejmara kesên li ber televizyonê dimirin, gihîştiye asteke metirsîdar.

Pisporan encama mirinên heta dawiya gulana par bi raporan ji wezaretên tenduristiyê re hatine şandin, lêkolîn kir. Pisporan li gorî van encaman dan zanîn ku 174 hezar û 203 kesan, dema televizyon temaşe kirine jiyana xwe jidest dane. Pisporan destnîşan kir ku piraniya vana jî yan bi tena serê xwe ne an jî ji civakê qutbûyî ne.

Navendên aktivîteyê tên avakirin

Ji bo kesên bûne dîlên televizyonê, li Emerîka, Kanada, Brezîlya û Avustralyayê navendên aktîvîteyê tên avakirin. Ji bo mirov ji esareta televizyonê bên xelaskirin, bernameyên TV'yê, heta pêşbirk tên lidarxistin.

Pêşniyarên ji aliyê pisporan ve tên kirin jî wiha ne;

-Bila berê odeya ku TV lê ye, li parkek be,

-Derkevin derve û bimeşin,

-Zêdetir dema xwe ji bo malbata xwe veqetînin

-Tevlî gerên bajêr bibin,

-Li malê akvaryum an jî çivîkên we bila hebin,

-Masîdarî bikin,

-Bi paysiklêtê bigerin,

-Otomobîla xwe bişon,

-Zêdetir kulîlk û nebat bînin mala xwe,

-Cil û firaqan bişon,

-Ûtiyê bikin û dev ji paqijiya malê bernedin,

-Bi xwediyên supermarketan re li ser berhemên nû nîqaş bikin.(Rûdaw)

Diğer Haberler