KEÇELÎ NÊŞINÊ CENNET! [Avdirehîm Y.]
Seyda, melayê filon dewi rojo îne xutbi di vatêne "keçelî, korî, topalî û lengî nêşinê cennet!"
Wêjeya kirmanckî û  Seyda Melle Ehmedê Xasî
Nivîskar-lêkolîner Roşan Lezgîn, Ehmedê Xasî wek destpêka wêjeya kirmanckî bi nav kir û got ew him zanayekî olî him jî zanayekî felsefeyê bû û bi 4-5 zimanan dizanîbû.
Kürdistan Kamuoyuna [Sıdkı ZİLAN]
Kürdistan İslami Hareketi (AZADÎ) eski Genel Sekreteri, Evet-Hayır Kampanyası ve diğer konulara ilişkin basın açıklaması yaptı.
“DIBE KU KURD NEÇIN SINDOQAN”

“DIBE KU KURD NEÇIN SINDOQAN”

10 Şubat 2017 Cuma 22:27
Biryar e ku referandum dê 16ê Nîsanê were pêkanîn. Hêj zelal nebûye, ka gelo dengên kurdan here kîjan alî.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro pêşniyara guhertina destûrê pesend kir.

Referandum piştî ku di Rojnameya Fermî de bê belavkirin, roja yekşema ewil a piştî 60 rojan dê were lidarxistin. Saziya Bilind a Hilbijartinê ya Tirkiyê ji bo referandumê 16ê Nîsanê destnîşan kiribû.

Partiya Dad û Geşepêdan (AK Partî) û Partiya Tevgera Neteweperwer (MHP) a nijaperest li hêla “ERÊ”, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Gel a Komarî (CHP), li hêla “NA”yê disekinin.

HDPê diruşma xwe weke “Ji bo komareke demokratîk û ji bo xatirê welatê hevpar ji referandumê re NA” diyar kir. Lê hêj ne zelal e, ka gel vêya dê çawan pêşwazî bike.

Hin kes wisa dibêjin ku kurd di navbera du aliyan de ne.

Gelo diruşma HDPê li ba gel, dê were pejirandin?

Rûdawê ji Mamosteyê Beşa Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê Doç. Dr. Vahap Coşkun, ji Zanîngeha Şehir derûnnas Prof. Dr. Mesut Yegen û ji Serokê Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê  Mehmet Kaya pirsî.

“HDP LI QADAN DÊ BIWESTE”

Vahap Coşkun: Ji xeynî diruşmê, pirsgirêkeke HDPê ya cidî heye ku ew jî dengderên xwe bibe ser sindoqê. Nêrîna min ev e. Dîsa li gor nêrînên min piraniya dengderên HDPê ku herin ser sindoqan, dê bêjin “NA”. Ev li derveyî diruşma wan pêk hatiye.

Li vir pirsgirêka herî mezin ji bo HDPê ew e ku, bi taybetî piştî 7ê Hezîranê ji ber şikestina siyasî divê dengderên xwe motîve bike. Pirsgirêkeke din jî ew e; desteserkirin û girtina gelek parlementerên HDPê. Ev rewş ji bo HDPê bi awayekî neyênî bandora xwe nîşan bide û dê li qadan HDPê biwestîne. Pirsgirêkeke din jî ew e ku HDP hêj zimanekî dernexistiye holê ku şikestina piştî 7ê Hezîranê sererast bike. Ji ber van tiştan, ez bawer nakim ku diruşma ku dê bi kar bînin bandoreke cidî nîşan bide.

“DIRUŞM NEDIYARIYEK  DI NAV XWE DE DIHEWÎNE”

Mesut Yegen: Ez wisa nafikirim ku ev gotin pir ronak e, lê ez bawer dikim, gel ji bo ku bêjin NA, dê razî bin. Lê ez dikarim bêjim, ji bo ku vêya bînin ziman, ev ne rêya rast e. Bi rastî ez wisa difikirim ku ev diruşm di nav xwe de nediyariyek dihewîne û diruşmeke kevn e. Her çi qas diruşm ne li cihê xwe be jî, biyar li cihê xwe ye.

“DIBE KU KURD NEÇIN SINDOQAN”

Mehmet Kaya: Ev diruşm li ba gel dê zêde neyê qebûlkirin. Çimku ev diruşm gel razî nake. Lê weke ku avantaja vî karî heye, dezavantaja wî jî heye. Divê em bi vî şiklî li bûyerê binêrin. Di destûra ku dê were referandumê de, ji kurdan re ti tiştek nehatiye dayîn û bi ser de ez wisa difikirim ku MHP ji bo ku pozîsyona kurdan a ku di siberojê de, dibe ku bi dest bixin têk bibe, çûye aliyê “ERÊ”. Ev rewş bi rastî ji bo kurdan metirsiyek e.

Ev jî dide xuyakirin, bêyî ku têkiliya wê bi diruşmê re hebe, dengên NAyê dê zêde bin. Çend dejavantajên HDPê jî hene:

A yekem: Girseyek heye ku dilê wan ji HDPê maye. Ji bo ku dilê wan bigre, divê HDPê gotineke cuda bibîne.

A duyem: Piştî 7ê Hezîranê nêzî 8 hezar siyasetmedarên kurd li girtîgehan in, ev jî dezavantajek e.

A sêyem: Divê HDê ji diruşma xwe wêdetir, li ser pêvajoya piştî ku “ERÊ” derkeve, pirsgirêkên ku derkevin ber kurdan bi awayekî baş qal bike. Ji ber vê yekê bi tenê bi diruşmekê nikare xwe bigihîne cemawerê xwe. Çimku li ba kurdan meylek heye ku neçin ser sindoqan.

Di Referanduma Destûrê de kurd dê bêjin “ERÊ” yan “NA” yan jî bêjin “BOYKOT”

DILÊ DENGDER JI HDPÊ MAYE

Vahap Coşkun: Lêkolînên ku hatine kirin vêya nîşan didin: Dengderên kurd ên di navbera ji sedî 55 heta  30î de hêj biryar nedane ku herin ser sindoqan. Helwesta vê ji sedî 30î, dê encamê diyar bike. Ji ber vê yekê di nav vê ji sedî 30î de him ji HDPê û him jî ji AK Partiyê dengder hene. Piraniya dengderên AK Partiyê ji têkiliya ku bi MHPê re hatiye kirin, aciz in.

Herwiha ji ber ku di destûra nû de ji bo kurdan madeyek tine ye, xwe ji çûyîna sindoqan dûr dixin lê naxwazin li hêla “NA”yê cih bigrin. Dengderên HDPê ji ber ku dilê wan ji siyaseta HDPê maye û ev navber hêj nehatiye girtin, bêbiryar in. Dîsa jî beşeke mezin ji dengderên HDPê dê dengê “NA”yê bi kar bînin.  Dengderên bêbiryar ên AK Partiyê jî dê bêjin “ERÊ”.

JI SIYASETÊ ACIZ BÛNE

Mesut Yegen: Bi rastî ez nizanim biryara boykotê dê çi qas be, lê îhtîmal heye ku zêde be. Li gor referandum û hilbijartinan, dengên “ERÊ” ez dikarim bêjim ku ji hêviyên AK Partiyê gelek kêmtir be.

AK Partî li gor hilbijartinên berê, dê bi radeyeke kêm a dengan rû bi rû bimîne. Ji ber bûyerên vê sal û nîvê, (li ba gel) ji siyasetê acizbûn û meyla xwedûrxistinê dibînim. Ev dibe ku bi neçûna ser sindoqan, xwe nîşan bide.

KURD DI NAVBERÊ DE MANE

Mehmet Kaya: AK Partiyê ku di kampanyaya hilbijartinan de MHP girt cem xwe, nikare soza tiştekî bide kurdan. Divê em vana bibînin. Niha li ba kurdan bi giranî “NA” û neçûna ser sindoqan heye. Li ba piraniya kurdan, hêla neçûna sindoqan bi hêz xuya dike. Ev hêz hinekî girêdayî bi xebatên HDPê ye. Em dikarin kurdan bi kurtasî wiha pênase bikin: Di navbera “NA”yê û neçûna ber sindoqan de mane.

Rûdaw

Diğer Haberler