Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
“Dîcle Firat” xwest çavên Nêçîrvan Barzanî li ser kurdên Tirkiye û Sûriyê be

“Dîcle Firat” xwest çavên Nêçîrvan Barzanî li ser kurdên Tirkiye û Sûriyê be

14 Nisan 2012 Cumartesi 14:34
Kabîneya 7’emîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li Diyarbekirê bi civîneke çapemeniyê hate pîrozkirin.

Diyarbekir, 14 Nîsan – Kabîneya 7’emîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li Diyarbekirê bi civîneke çapemeniyê hate pîrozkirin û tê de Hate xwestin ku çavên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser kurdên Tirkiyeyê û Sûriyê be.

Koma Diyalogê ya Dîcle Firatê li avahiya xwe damezrandina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê pîroz kir. Beriya civîna çapemeniyê li rojnamevanan şîranî hate belavkirin.

Berdevkê komê Mihyedîn Batmanli, ji ber serkeftina wî Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî pîroz kir û wiha got, “Ger kurd di vê sedsalê de yekîtiya xwe xurt nekin, pêkan e dîsa kurd sedsalek wenda bikin. Em dixwazin hikûmeta Kurdistanê pirsgirêka kurd û Kurdistanê tim di rojevê de bigre û xwedî li kurdên perçeyên din jî derkeve.”

Endamê komê Mele Şevkî Acar jî xwest çavê Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî li ser kurdên Tirkiyeyê û kurdên Sûriyê be û di xizmeta gelê kurd a Herêma Kurdistanê de edaletê belav bike.

Koma Diyalogê ya Dîcle Firatê dê sibê ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hotêlek resepsiyon bide.

(AKnews)

Diğer Haberler