Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Dihok û Hewlêr û Silêmanî hejiyan

Dihok û Hewlêr û Silêmanî hejiyan

14 Haziran 2012 Perşembe 12:01
Îro sibehê erdhejekê li Şirnex û Silopî dest pê kir û her sê parêzgehên Herêma Kurdistanê hejandin

Hewlêr - Îro sibehê erdhejekê li Şirnex û Silopî dest pê kir û her sê parêzgehên Herêma Kurdistanê hejandin.

Rêveberê keşnasî û erdhejê li Herêma Kurdistanê Hesen Wehab ji Rûdawê re ragihand: “Serê sibeha îro demjimêr 8 û 52 xulek û 41 çirke li gor dema Hewlêrê erdhejek bi hêza 5.5 pile li gor pîvana Richter û bi pileya 4 jî navçeyaên Silopî û Şirnexê li bakurê Kurdistanê hejandin. Vê erdhejê karîgeriyeke zêde li ser Herêma Kurdistanê kir û parêzgehên Dihok û Hewlêrê jî hejandin û xelkê hest pê kir û herwiha erdhejê navçeya Sîtekê ya bajarê Silêmaniyê jî hejand.”

Wehab axaftina xwe wiha qedand: “Ti ziyaneke erdhejê ya giyanî û darayî nebû li bakurê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê jî.”

Rûdaw

Diğer Haberler