Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Dilşad Seîd dê li Tirkiyê konserê bide

Dilşad Seîd dê li Tirkiyê konserê bide

27 Mayıs 2012 Pazar 06:52
Viyolonîstê navdarê kurd, Dilşad Seîd, li Tirkiyeyê cara ewilê dê konserê bide.

Seîd, daxuyaniyek taybet da TRT 6ê û derbarê Kurdên İraq û Sûriyê de tiştên girîng anî ziman. Dilşad Seîd got pêşvekirina demokratîk ji bo Tirkiyeyê gavek girîng e, lê ne bes e.

Dilşad Seîd derbarê taybetiya mûzîka xwe de got min xwest ku folklora kurdî bi rêyeke nû pêşve bibe û bi saya vê, ev mûzîk derket holê.

Seîd got, mûzîka ku li Tirkiyeyê tê kirin piranî, di bin bandora mûzîka zimanên biyanî de maye. Ji ber vê divê mirov bi zimanê xwe mûzîka xwe amade bike.

Dilşad Seîd derbarê rewşa kûrdên Sûrî û İraqê de jî peyamên girîng da û got em dikarin bi rêya aştiyê hemû meseleyan çareser bikin.

Demek beriya niha hin hunermendên kurd ji bo azadiya kurdên Sûriyê qlîbekê weşandibûn. Seîd got, ez jî piştgiriyê didim wan.

Vîrtîozê navdar got di çarçoweya pêşvekirina demokratîk de tiştên li Tirkiyeyê tên kirin baş in, lê ne bes in.

Ji bilî vê, hunermendê navdar ji bo ku cara ewil li Tirkiyeyê dê konserê bide pir bi kelecan e û anî ziman ku hemû kes vê xweşikayiya Tirkiyeyê diecibîne.

AKnews
 

Diğer Haberler