Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Dîmenên dihatin înkarkirin şandin serdozgeriyê

Dîmenên dihatin înkarkirin şandin serdozgeriyê

08 Temmuz 2012 Pazar 14:23
Lêpirsîna ku piştî qetilkirina 34 sivîlên Kurd yên li Roboskiyê bi balefirên şer yên Artêşa Tirk hatin kuştin tê birêvebirin.

Enqere - Lêpirsîna ku piştî qetilkirina 34 sivîlên Kurd yên li Roboskiyê bi balefirên şer yên Artêşa Tirk hatin kuştin tê birêvebirin. Di çarçoveya lêpirsînê de dîmenên Predator yên hikumetê digotin ‘tune ne’ Serfermandariya Giştî ya Artêşa Tirk ji dozgeriya ku lêpirsînê bi rê ve dibe re şandin.

Di lêpirsîna komkujiya Roboskiyê de piştî dîmenên Heronan, dîmenên Predatorên DYA’yê yên li Başûrê Kurdistanê kêşayîn, Serfermandariya Giştî ji Serdozgeriya Komarê ya Rayeya Taybet ya Amedê re şandin.

Serdozgeriyê di 18’ê Nîsana 2012’an de nivîsek ji Serokatiya Serfermandariya Giştî ya Artêşa Tirk re şandibû û derbarê dîmenên Predatoran de agahî xwestibû. Li ser daxwaza Dozgeriyê piştî çend mehan Serokatiya Serfermandariya Giştî bersiv da. Serfermandariya Giştî dîmenên Predatorê ji dozgeriya ku lêpirsînê bi rê ve dibe re şandin.

QEYDÊN KU PIŞTGIRIYÊ DIDIN ÊRÎŞA KOMKUJIYÊ TUNE BÛN!

Li gel qeydan nivîsekî payebilind jî ji dozgeriyê re şand. Balkêş bû ku di nivîsandinê de gotina, “Dîmenên Predatoran alîkarî nedaye Wesayîtên Esmanî yên bê Mirov”. Li gorî nivîsê dîmenekî ku piştgiriyê bide operasyonê di qeydên Predatoran de tuneye.

PÊŞÎ ÎNKAR KIRIN, PIŞTRE GOTIN “ME KIŞANDIYE”

Serfermandariya Tirk ragihand ku dîmenên bûyera Qilaban a ku 34 kes têde hatin kuştin ne ji DYA’yê hatine. Serfermandariya Artêşa Tirk diyar kir ku ew dîmenên beriya bûyera Roboskiyê hatine, ji aliyê balefirên bê mirov ên artêşa Tirk ve hatine kişandin.

Rojnameya Wall Street Journal ragihand ku Tirkiye dixwaze nerazîbûnên piştî nûçeya duh ji aliyê wan ve der barê rola DYA’yê ya di Komkujiya Roboskiyê de hat weşandin, kêm bike û got; “Têkildarê raporên Prodetoran ne yek, du rapor hene.”

ERDOGAN JÎ ÎNKAR KIRIBÛ

Bi heman awayî, Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan piştî nûçeya rojnameya Wall Street Journalê ragihand ku nûçeya rojnameyê ne rast e, ne Predatorên DYA’yê tesbît kirine.

WSJ’YÊ PREDATORÊ DEŞÎFRE KIRIBÛ

Rojnameya Wall Street Journalê der barê komkujiya Roboksiyê de ragihand ku li gorî çavkaniyên ji rayedarên leşkerî yên DYA’yê, der barê bûyera di 28’ê berfanbara 2011 de li Roboskiyê qewimî de du rapor hatine amadekirin û wiha nivîsand; “Di rapora pêşî ya Predatorê de (balefirên keşfê yên bê mirov ên DYA’yê) tê gotin ‘li nêzîkê sînorê Tirkiyeyê, li herêma Bakûrê Iraqê karwanek ji mirov û heywanan pêk tê, bi karwanek din a ji mirov heywanan pêk tên re bûne ye.’ Rapora piştre hate aşkerekirin berfirehtir e: Amerîkayiyên li ser kontrola Predatoran, gava piştrast kirin ku karwan ber bi sînorê Tirkiyeyê ve diçe, gotine ku wana bi qasî 8 demjimêran li ser sînorê Tirkiye-Iraqê keşif kiriye. Rapor nabêje Predatoran di kîjan demjimêran de keşif kirine.” Rojname destnîşan dike ku sûbayên Amerîkan ên li baregeha sîxûrî ya hevpar a li Enqereyê , liv û tevgera li ser sînor dîtine û ji muxatabên xwe yên Tirk re ragihandine û dibêje; “Wê demê, sûbayên Tirk berê Amerîkayiyan û balefirên bê mirov ên keşfê dan aliyek din û qada hewayî ya herêmê vala kirin. Rayedarên DYA’yê diyar kirin ku piştî Tirkan li herêmê operasyon dan destpêkirin, balefirên DYA’yî ne li wir bûn.” Rojname dinivîse ku ev nûçe di navbera Washington û Enqereyê de mijarek pir nazik e û dinivîse; “Tirkiye naxwaze bê zanîn ku ev yek ji DYA’yê hatiye." ANF

Diğer Haberler