Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Dîmenên Pêşîn ên Remezanê

Dîmenên Pêşîn ên Remezanê

11 Ağustos 2010 Çarşamba 13:05
Karkerên kurd ên bo berhevkirina findiqan çûne Deryareş paşîva xwe li ser êzingan çêkir, karkerên madenê bi sedan metre bin erdê de rabûn paşîvê. Li Diyarbekirê hejar û feqîr di berbangê de ketin rêza xwarinê.
Karkerên kurd ên bo berhevkirina findiqan çûne Deryareş paşîva xwe li ser êzingan çêkir, karkerên madenê bi sedan metre bin erdê de rabûn paşîvê. Li Diyarbekirê hejar û feqîr di berbangê de ketin rêza xwarinê.

Meha rojiya Remezanê, bi paşîva şeva dî dest pê kir. Fitara yekem îşev e. Li gorî nûçeya CHA'yê, di berbanga sibê de hinek bi kîlometre li dûrî malbata xwe, hinek jî bi kîlometre di bin erdê de rabûn paşîvê, hinek jî ji bo fitarê bikaribin parîyekî nanî wergirin, digel şefeqa sibê ketin dorê.

Dîmenên pêşîn ên Remezanê weha ne:

- Karkerên findiqan xwarina xwe li ser êzingan keland

Karkerên kurd ku ji Herêma Başûrojhilatê Anatolyayê ji bo berhevkirina findiqan berê xwe dane Deryareş, bi sedan kîlometre li dûrî welatê xwe, di bin çadirê de rabûn paşîvê. Karkerên kurd ên findiçin, paşîva xwe li ser agirê daran çêkir û xwar. Hatice Polat yek ji van karkeran e, weha axivî, "Şert û mercên me dijwar in. Em xwarina xwe li ser tûp û agirî dipêjin. Xuya ye, remezan dê bi dijwarî derbas bibe."

- Bi hezaran metre di bin erdê de paşîv

Karkerên ku di Şîrketa Zirve Madencilik a li Taxa Kilimlî ya Zonguldakê de dixebitin, bi hezaran metre di bin erdê de paşîva xwe kirin. Karkerên ku di navebra saetên 12-8'ê de dixebitin, ji xwe bi texteyê destexanek çêkirin û bacansork, tirî, pênîr, kola û pîde li ser raxistin û bi destê xwe yê bi komirê bûne tenî, paşîva xwe kirin. Piştî paşîvê vegeriyan ser karê xwe. Hasan Özluoğlu (40) ê ku 9 sal e di madenê de rojiyan digire got, "Bi malbatê re dê xweştir bûya."

- Ji bo fitarê ji sibê de ketin dorê

Feqîrên Diyarbekirî, xwarina ku dê fitara xwe pê bikin, danê sibê ji aşxaneya Heyva Sor a Diyarbekirê ku li navçeya Sûrê ye, wergirt. Bi tîrêjên spêdê re li dora hezar û 500 kes, ji bo wergirtina xwarina fitarê ketin dorê. Derbarê mijarê de rêveberê Heyva Sor a Diyarbekirê Ahmet Çiftçioğlu, da zanîn ku ew rojê xwarina li 6 hezar kesî belav dikin û got, "Ji bo lezûbeza fitarê çênebe em xwarinê zû belav dikin."

- Dawolvan li ser kar in

Dawolvanên Remezanê, dîsa di paşîva yekê de li kolanan bûn. Ali Solgun ê ku 8 sal e dawolvaniyê dike, li semta Karagümrük a Fatîha Îstanbulê tevî mamikan hewl da xelkê rake paşîvê. Solgun derbarê karê xwe de weha got, "Dawola min bi kêrê hate dirandin. Li min xistin lê ez ji karê xwe negeriyam."

AKnews

Diğer Haberler