Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Dîndarî û Welatparêzî - I

Dîndarî û Welatparêzî - I

12 Ağustos 2012 Pazar 07:06
Di dema îroyîn de, di van rojên ku rojhilata navîn û gelek deverên cîhanê yên dîtir jî di navbera krîz û buhraneke siyasî û aborî de, di pêvajoya berdîberdan û parvekirinê de dijîn.

Di dema îroyîn de, di van rojên ku rojhilata navîn û gelek deverên cîhanê yên dîtir jî di navbera krîz û buhraneke siyasî û aborî de, di pêvajoya berdîberdan û parvekirinê de dijîn. Piraniya şerî‘etxwazên Kurd di navbera sergêjî û dudiliyeke kambax û dijwar de dijîn; êdî nema zanin rastî û xwariya mislimanên gelên cîranên xwe ji hev derbixin û helwesta wan ya li hemberî doz û daxwaza gelê Kurd bi endazeke adîlane bipîvin û derd û merama wan a nedostane fêhm bikin.

Lewra ew mislimanên ku cîranê Kurdan e, îdîa dikin ku ew ummetperwer in û ji bo yekîtiya mislimanên cîhanê dixebitin û nexasim ji bo rizgarkirina gel û welatên îslamê yên di bin dagerkeriyê de kar dikin, bi taybetî jî ji bo azadkirina welatên wekî Filistîn û Çeçenistan û Azerbeycan û Bosna-Hersek û Îraqê.

Jan û êşa ku gelên van welatên navbuhurî dikişînin ji ser zimanê wan nakeve û tim û tim di rojeva wan de ye. Ji bo xelkê wan deveran kampaniyayên arîkarî û palpiştiyê li dar dixin û bi her awayî û her rêyê dostaniya xwe ji wan re eşkere dikin û ji dil û can serbestî û azadiya wan dixwazin û divê bixwazin jî. Heta bi virê pir baş e. Di vê mijarê de ez jî bi wan re me û ji bo vê hestgermî û piştgiriya wan a bi mezlûman re ez jî wekî mislimanekî Kurd û piştegirê bindest û sitembaran spasiya wan dikim û ji bo serfirazî û xilasiya misliman û hemû mezlûman ji cenabê zatê pakê Xwedê Teala lavelav û ricayê dikim.

Lê belê ew mislimanên ku xwediyê wê îdîayê û qaşo xwediyê wê îdealê ne, divê were zanîn ku mebesta min mislimanên tirk û fars û ereban in, ne ewqas durust û semîmî ne. Lewra ew hemû jî bi şehnazî û serbilindî navê xelk û welatên xwe tînin ziman û vê yekê jî wek dozeke raperestî û nijadperestî û derveyî îslamê jî nabînin û nizanin. Ji welatên xwe re tixûbên erdnîgarî û diyarkirî dizanin û dîsa dizanin ku sînorê wan ji ku heta bi ku ye.

Nîşaneke nesemîmîbûna wan ev e ku dema behs tê ser daxwaz û doza gelê mislimanê bindest ê Kurd ew ji hemû îdeal û têkoşîna xwe ya ji bo azadkirina gelên mislimanên ku welatên wan hatine dagerkirin berdidin û tu ferqa wan ji nijadperestên gelên wan namîne û ew doza gelê Kurd a ji bo xilasî û azadiya wî jî wek bizaveke cudaxwazî dibînin û piştgiriya wî jî wek heram û nerewa îdîa dikin. Divê şaş neyê fêhmkirin eva ku min gotî; tu ferqa wan ji regezperestên qewmên wan namîne. Divê ez neheqiyê li wan nekim.

Belê; ferqeke wan ji nijadperestên wan heye. Herçî nijadperestên qewmê wan in; ew dibêjin: Divê em li hemberî doza Kurdan têbikoşin û şer bikin ji bo Kurd ji welatê me veneqetin û dewleta me bi veqetîna wan qels û piçûk nebe. Lê belê dîndar û -xwedêgiravî- hin şerî‘etxwazên wan, digel ku di vê de bi nijadperestên xwe re ne, ew ji wan zêdetir jî vê zena pûç û batil dikin. Ew dijminahiya Kurdistanê û têkoşîna li hemberî serxwebûna gelê Kurd wekî ku bingeheke îmana wan be û wehyeke îlahî be bi dijwarî û bi bêinsafî didomînin.

Belê, ev mislimanên ku vê dozê dikin peyva Kurd û Kurdistanê nayênin ser zimanê xwe û wan Kurdên ku ji bo azadiya welatê xwe têdikoşin jî wekî noker û xulamên Siyonîzm û Emperyalîzmê û hevkarên dagerkeran û neyarên îslamê dijmêrin û bi taybetî jî vê propegandaya xwe ya “reşkirinê” ji bo wan mislimanên Kurd ên ku di nav komele û cemaetên wan de ne, dikin û bi her fêlbazî û sextekariyê hewl didin ku wan Kurdên dilpaqij -lê xapiyayî- ji gel û welatên wan re bikin dijmin.

Sed heyf û sed mixabin! Ev rengemislimanên sextekar û nedurust û dilçepel heta radeyekê biserketine û gihane armanca xwe, gelek mislimanên Kurd ên dînperwer û şerî‘etxwaz heke nebûbin dijminê gel û welatê xwe jî, lê belê di binê bandora wan xêrnexwazan de mane û ji hindikayî ve, li hember doz û daxwaza rewa û mafdar a gelê xwe bêteref mane û destê xwe ji piştgiriya azadkirina welatê xwe kişandine.

Banga min ji wan mislimanên dilpaqijên Kurd re -ku di heman demê de ev banga dînê îslamê ye jî ji wan re- ev e; birano, mislimanno, dîndarno, ummetperwerno! Divê hûn ji her kesî bêhtir ji bo serxwebûn û azadiya gel û welatê xwe bixebitin û têbikoşin. Divê hûn ji her kesî bêhtir xêr û selametiya xelk û welatê xwe bixwazin. Divê hûn ji her kesî zehftir avakirin û bi pêşvebirina xelk û welatê xwe bixwazin û divê hûn beriya her kesî bikevin çeperên têkoşîna azadiya xelk û welatê xwe. Divê hûn vê jî bizanin ku heta xelk û welatê we ji bindestî û dagerkeriyê azad nebe; rizgarkirina welatên dîtir ên îslamê jî ne mumkin e. Divê dîsa ev yek ji bîra we neçe ku çi dema rojhilata navîn ketiye tengî û buhranê her dem Kurd û Kurdistan bûye çare. Wek nimûne; di dema Tofanê de Cûdî bûye derman û çareserî, di heyama êrîşa xaçperestan a bi ser ‘alema îslamî de dîsa Kurd û Kurdistan bûne çare û Selaheddînê Kal cîhana îslamê û cih û deverên pîrozên îslamê ji dagerkeriyê rizgar kirine. Ev tiştên ku ez dibêjim ne ku xeyal, xewn û hestgermî ye. Îro, sibe û dusibe jî dîsa çare dê her Kurd û Kurdistan be.

Gelî mislimanên Kurd! Qey çavên we hîç bi vî qayideyê îslamê “Divê pêşî arîkarî ji yên nêzîkên mirovî re werekirin” nakeve û hûn qet wî naxwînin. Belê ez heq didim we. Belkî; haya we ji vî qayîdeyê girîng tune be û dibe ku wî bala we jî nekişandibe ser xwe, yan jî we ew şaş fêhmkiribe. Dibe ku ev îhtîmal hemû jî normal û asayî bêne dîtin û qebûlkirin. Lê belê ma we ev ayetên pîroz jî nedîtine û nexwendine: “Gelî yên ku bawerî anîne! Xwe û xelkê xwe ji agirekî wisan biparêzin ku şewateka wî însan û kevir in.” (Sûretê Tehrîm: 6) û ev ayeta hanê jî: “ ‘Eşîra xwe ya nêzîk hişyar bike.”

Gelî mislimanên Kurd! Li gorî van ayetên pîroz heqê gelê we di sitûyê we de heye. Divê hûn doza gelê xwe bikin, divê hûn ji bo rizgarkirina gelê xwe ya ji bindestî û yexsîriyê têbikoşin. De ka bala xwe baş bidin dinyayê, qey ji Kurdan pê ve xelkekî dîtir yê ewqas qelebalix bêdewlet û cih û war maye?! Qey hûn nabînin ku dewletên tirk û ereb û farisan yên ku rejimên wan dijminên hev in û di navbera wan de neyartî û berberiyeke bêeman jî heye û ew di tu tiştî de bi hev re tifaqekê nakin. Lê belê di mijareke tenê de tifaqê dikin; di dijminî û çewsandin û kolekirin û bindestkirina milletê mislimanê Kurd de tifaqê dikin.

Gelî mislimanên Kurd! Dibe ku li vê derê hin mirovên xêrnexwaz xwe wiha bixapînin; Ev tifaqa wan normal e. Lewra Kurd ne doza mislimanetiyê dikin û heqê îran û tirkî û sûriyeyê heye ku li dijî wan tifaqê û hevkariyê bikin. Belê, gotineke me ji van mirovên ku xwe dixapînin re heye, em ji wan re wiha dibêjin; birano! Xwedê Teala dibêje: “Li ser qencî û teqwayê hevkariyê bikin û li ser gunehkarî û êrîşkariyê hevkariyê nekin!” Heke ji van dewletan hinekên ku xwe wek dewleteke îslamî dijmêrin hebin. Li gorî vê ayeta buhurî; divê destê xwe yê arîkariyê dirêjî wan Kurdên ku ji bo azadiya xelk û welatê xwe xebatê dikin, bikin.

Gelî mislimanên Kurd! Dîndarî û welatparêzî ji hev re ne dijber in. Naxwe bi propegandaya dijminê Kurdan neyên xapandin.

dê bidome...

Mela Muhemmed BÊRKEVANÎ / Beroj

Diğer Haberler