Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Dîsa leşkerekî kurd li Sûriyê hate kuştin

Dîsa leşkerekî kurd li Sûriyê hate kuştin

24 Haziran 2012 Pazar 00:31
Di nav kelegura teşqele û arîşeyên Sûriyê de, bêsûc rojane leşkerên kurd yên di artêşa Sûriyê de têne kuştin û herî dawî Hecî el-Silo canê xwe ji dest da.

Çalakekî kurd ji gundê Ehresê ragihand ku leşkerê kurd yê bi navê Hecî el-Silo ku li bajarê Hemayê bi erkê leşkeriyê radibû hatiye kuştin.

Leşkerê kurd Hecî el-Silo (1992) ji gundê Ehresê ye ku bi 25 km li bakurê Helebê dimîne.

Her wiha çavkaniyê aşkera kir ku Hecî el-Silo li bajarê Hemayê beriya 2 rojan li ser destê hêzên rejîmê hatiye kuştin.

Çavkaniyê aşkera kir ku Hecî el-Silo beriya 4 mehan ji ber ku gulebarana bi ser xwepêşanderan de red kiribû hatibû zindanî kirin.

Ciwanên kurd diyar kirin ku el-Silo berî 5 rojan ji zindanê hate azadkirin û yekser hate şandin bo bajarê Hemayê û li wir bi şêweyek nediyar canê xwe ji dest daye.

Hêjayî gotinê diyardeya kuştina leşkerên kurd di nav artêşa Sûriyê de ji çend salan de rû dide û piştî destpêkirina xwepêşandanan ew rêje gelek zêde bûye.

AKnews

Diğer Haberler