Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
DİSA Rapora Perwedeya Kurdî Diyar Kir

DİSA Rapora Perwedeya Kurdî Diyar Kir

11 Kasım 2012 Pazar 17:52
Rapora perwerdeya zimanê kurdî ya DİSA yê li Stenbolê hate niqaşkirin.

Civîna duyem ya DİSA yê, Perwerdeya Dînamîk, bi pir diyalektîkî a li ser bingeha zimanê dayîk, li zanîngeha Bogazîçîyê, bi beşdarbûna cîgirên AKP, CHP û BDPê û hin zanyaran, hate lidarxisitin.

Civîna ewilli Dİyarbekirê hatibû lidarxistin. Civîn bi axavtina Şerîf Derînceyê ji zanîngeha Bogazîçîyê û Vahap Coşkunê ji zanîngeha Dîcleyê ya derbarê 4 modelên bipêşxistin û pêşdîtinan de, destpê kir.

Di rûniştina duyem de siyasetvan hebûn. Serokê GUNSİADê Şah Îsmaîl Bedîrhanoglu got ku perwerdeya zimanê dayîkê nav hemû hêlên Kurdan de daxwazeke hevpar e û di çareserkirina pirsa Kurd de jî astek girînge.

Parlamenterê Diyarbekirê yê AK Partiyê Galîp Ensarîoglu bi Kurdî destbi axavtina xwe kir û Tirkî dewam kir: di dinyaya ku her diçe global dibe de, lazime ziman bêtir bên parastin. Me navên Delal û Dîlan li zarokên xwe kir lê ew zarok zimanê dayîka xwe nizanin. Azadîkirina zimanê zikmakî welêt dabeş nake, qedexekirin dabeş dike. piştî sala 2005 qursên Kurdî vebûn, qedexeyên li ser çapemeniya kurdî hatin rakirin, qedexeya propogandayê hate rekirin, Kurdî bû zimanê bijarte. Divê ev neyên paşçav kirin. başê ma ev gav besin? Na. Li ser pirsa derbarê daxuyaniya Burhan Kuzu ‘perwerdeya bi zimanê Kurdî, guhdarî kirina şeytêne’ Ensarîoglu got min jê pirsî, ewî jî got ‘min henek kiriye’

Zanyaran daxuyandin ku di perwerdeya bi zimanê dayîkê, xwendekat bêtir serdikevin.  

Çime: xeberenkurdi.com

Diğer Haberler