Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
’Divê grevên birçîbûnê bi dawî bibin û Tirkiye bersivekê bide’

'Divê grevên birçîbûnê bi dawî bibin û Tirkiye bersivekê bide'

15 Kasım 2012 Perşembe 00:53
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî diyar kir ku divê çalakiyên greva birçîbûnê li Tirkiyê bidawî bin û bang li dewlet û PKKê kir ku agirbestê ragihînin.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, li ofîsa xwe ya Selahedînê, ji nivîskarê rojnameya Milliyet a Tirkiyê Hesen Cemal re axivî û daxuyaniyên girîng derbarê bûyerên dawî li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê dan.

Barzanî, di hevpeyvînê de, derbarê çalakiyên greva birçûbûnê ku 64 roj e ji aliyê girtiyên siyasî yên kurd ve li girtîgehên Tirkiyê didome û her gav egera wê heye ku mirin dest pê bike, got: “Peyamên greva birçîbûnê hat dayîn. Ji ber wê jî divê êdî greva birçîbûnê bidawî bibe.”

Serok Barzanî, herwiha ji dewleta Tirkiyê jî xwest ku bersivek erênî bide çalakiyên greva birçîbûnê.

Serokê Herêma Kurdistanê, di berdewamiya axaftinên xwe de behsa nexşerêya çareseriya pirsa kurd li Tirkiyê jî kir û ragihand: “Ji bo vê yekê divê destpêkê herdu alî agirbestê ragihînin, çekan bêdeng bikin û dû re gavên din bên avêtin.”

Mesûd Barzanî, derbarê rolê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di qonaxa çareseriyê de jî got: “Ocalan dikare di pêkanîna aştiyê de rol bilîze ji ber ku heta niha jî PKK bi Ocalan ve girêdayî ye.”

Barzanî, di dawiyê de ragihand ku heke pêwîst bike ew ji bo navbeynkariya navbera PKK û dewleta Tirkiyê de amade ye.(Rûdaw)

Diğer Haberler