Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
’Divê kurdên Rojava çarenûsa xwe diyar bikin’

'Divê kurdên Rojava çarenûsa xwe diyar bikin'

28 Temmuz 2012 Cumartesi 16:26
Partî, sazî û dezgehên kurdan bi daxuyaniyeke hevpar bal kişand kurdên Rojavayê Kurdistanê mafên xwe yên hiqûqa navneteweyî bi kar tînin û divê kurdên Rojava çarenûsa xwe bi destê xwe diyar bikin.

Partiyên kurdan BDP, HAK-PAR, KADEP, OSP, Însiyatîfa Azadî û Komîteya Piştgiriya Kurdên Sûriyê, Koma Diyalogê ya Dîcle Firatê û Tevgera Demokratên Şoreşger a Kurd (TDŞK) li avahiya KADEP’ê civiyan. Hemû partiyan derbarê Rojavayê Kurdistanê de daxuyaniyeke hevpar ji raya giştî re aşkera kirin. Li ser navê partiyan Endamê Meclisa Partiya HAK-PAR’ê Kenan Kizil, axivî. Kizil, diyar kir Tirkiye weke bêtehamûliya li hemberî Başûrê Kurdistanê li hemberî Rojava jî bêtehamûl e û wiha got: “Ew dewlet û desthilatdariya ku mafên xwezayî yên kurdên nava xwe nas neke, kes bawerî bi nihêrînên wan ên derbarê kurdên li Sûriyê nake. Îro kurdên li Sûriyê dixwazin li ser erdê qedîm ê bav û kalan, xwe bir ê ve bibin. Heman demî em dixwazin mafên etnîkî, olî û mezhebî yên ereb turkmen, sûryanî, ermenî û hemû grûbên etnîkî yên li herêma Kurdistana Rojava jî bêne garantîkirin.”

Kizil, destnîşan kir divê kurdên li Rojava du daxwazên xwe bi raya giştî ya cîhanê re parve bikin û îradeya xwe ya siyasî ya hevpar deklere bikin. Kizil, bal kişand Tirkiye ji bo Qibrisa Bakur digel hemû nerazîbûnan jî gav paşde navêje û wiha axivî: “Lê Tirkiyeya ku ji bo Qibrisa Bakur dewletbûnê diparêze, li dijî mafên neteweyî yên bi milyonan kurdên Sûriyê derdikeve. Em vê helwesta durû û tehdîtkar a Tirkiyeyê şermezar dikin.”

Kizil, aşkera kir ew weke partiyên Bakurê Kurdistanê piştgirî didin hewldanên Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê û ew dixwazin hemû gelê Kurdistanê hişyar bin û piştgiriya wan bikin.

Serokê KADEP’a Amedê Ciwan Roj Ceyhan jî xwest hemû kurdên li Rojava li Peymana Hewlêrê xwedî derkevin û dernekevin derveyî xalên ku hatine diyarkirin. Ceyhan, derbarê mijarê de ji Rûdawê re axivî û got ew piştgirî didin têkoşîna kurdên Rojava û ew ê heta dawiyê jî piştgiriya wan bikin. Ceyhan, da zanîn ku têkoşîna kurdên Rojava ji hiqûqa navneteweyî tê û banga yekitiyeke xurt li kurdan kir. Serokê KADEP’ê Ceyhan, bal kişand li ser gefxwarinên Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan û wiha axivî: “Ji ber ku Tirkiye mafên neteweyî yên bi milyonan kurdên nava xwe de nedaye, niha di Rojava de dikeve tangasiyê. Em bang li Tirkiyeyê dikin û dixwazin ji bo çareseriyeke mayînde, bila pêşî mafên kurdên nava xwe nas bike. Piştî vê gavê dê tu pirsgirêka tirkan bi kurdan re nemîne.”

Rûdaw

Diğer Haberler