Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Divê kurdî li Kurdistanê bibe zimanê fermî

Divê kurdî li Kurdistanê bibe zimanê fermî

14 Nisan 2012 Cumartesi 14:57
Bayram Bozyel, diyar kir heta zimanê kurdî li Kurdistanê di destûra nû de weke zimanê fermî neyê naskirin, pirsgirêka kurd çareser nabe

Diyarbekir, 14 Nîsan – Serokê Giştî yê HAK-PAR’ê Bayram Bozyel, diyar kir heta zimanê kurdî li Kurdistanê di destûra nû de weke zimanê fermî neyê naskirin, pirsgirêka kurd çareser nabe.

Bayram Bozyel, derbarê 4 xalên sereke ku partî û rêxistinên kurdan li ser li hev kiribûn û xwestin di destûr de cih bigrin, ji AKnewsê re daxuyand ku destûra nû ji bo kurdan fersend e û wiha got:

“Ji bo ku peymaneke civakî ya hevpar çê bibe, divê aliyên civakê beşdarî nivîsandina destûr bibin, em kurd dixwazin bi aktîv beşdarî vê pêvajoyê bibin, em dixwazin ev destûr bersiva daxwaza miletê kurd bide, divê ji çareserkirina pirsgirêka kurd re rê veke.”

Bozyel got jî, “Ji bo wê jî me biryar da ku em partiyên kurd daxwazên miletê kurd zelal bikin û pêşkêşî raya giştî û parlamentoyê bikin, piştre jî pêşkêşî dezgehên navneteweyî bikin. Me li ser çar xalan li hev kir, Yek ji wan ziman e ku divê di destûr de zimanê kurdî li Kurdistanê weke zimanê fermî bê naskirin, zimanekî ku nebe zimanê bazarê û fermî nebe, ne pêkan e bijî.”

Bozyel, destnîşan kir ku wan ji bo kampanyaya îmzeyan stand vekirine lê walîtiya Diyarbekirê bi hinceta ku “li dijî destûrê ye” standên wan qedexe kiriye.

Bozyel, helwesta walîtiyê weke paşverûtî nirxand û wiha got, “Li Tirkiyeyê dibêjin destûrekî çê bikin, lê devê xwe venekin, wê çaxê em ê çawa çê bikin? Gelê kurd li Diyarbekir û Kurdistanê daxwazên xwe tîne zimên, lê walî dibêje ev daxwaz ne li gorî destûrê ne. Jixwe ger em ji destûrê razî bin, ma em ê çima daxwazên xwe bi îmzeyan berhev bikin? Ev cidiyeta Tirkiyeyê nîşan dide. Em dixwazin bi milyonan îmze top bikin û wan îmzeyan pêşkêşî parlamentoyê bikin.”

Daxwazên hevpar ên partî û rêxistinên kurdan ev in:

- Divê zimanê kurdî di qada perwerdehiyê de seranser weke zimanê perwerdehiyê bê qebûlkirin.

- Divê zimanê kurdî di axa Kurdistanê de weke zimanê fermî were qebûlkirin.

- Divê statûya siyasî ya kurdan were qebûlkirin.

- Divê qedexeyên li ser peyvên kurd û Kurdistanê rabin û kurd karibin bi navê kurd, kurdî û Kurdistanê partî, sazî û komeleyan ava bikin.

(AKnews)

Diğer Haberler