Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
‘Divê Tirkiye ji Kurdên Rojava re biratiyê bike’

‘Divê Tirkiye ji Kurdên Rojava re biratiyê bike’

28 Temmuz 2012 Cumartesi 16:44
Abdurrahman Kurt : Eger Tirkiye xwedî li Kurdan dernekeve, ne Kurd û ne jî Tirk nikarin ti caran rihet bibin. Galip Ensarioglu: Helwesteke dijminane wê zirarê bide aştiya navxweyî ya Tirkiyeyê jî.

Parlementerê berê û endamê AK Partiyê Abdurrahman Kurt piştgirî da helwesta yekîtiya Kurdan û xwest Tirkiye Kurdistanê û gelê kurd weke nirxekî xwe bibîne û xwedî li van destkeftiyên Kurdan derkeve. Parlementerê kurd yê di nava AK Partiyê de, Galîp Ensarîoglu, jî xwest Tirkiye dijbertiya Kurdên Rojava neke û ji Kurdan jî xwest tevlî muxalefeta Sûriyê bibin û piştre daxwaza statûyê bikin.

Li Kurdan hişyariya ‘Helepçeya duyemîn’

Berpirsyarê rêxistinbûnê yê AK Partiyê, Abdurrahman Kurt, bi bîr xist ku Kurd gelekî mazlûm e û ji bo ku li Sûriyê êş û azar neyê kişandin, ji Kurdan xwest ku baldar bin. Kurt tevkujiya Helepçeyê bi bîr xist û destnîşan kir ku Esed jî dikare bûyereke wiha bîne serê Kurdan û Kurd hişyar kirin: “Em hemû dizanin ku faşîzmeke wiha ya Esed heye. Divê Kurd hişyar bin. Bi ya min helwesta Kurdan a yekitiyê rast e û pêşveçûneke pirr girîng e. Divê Tirkiye pêşveçûnên li wê derê weke dijberî xwe nebîne. Tiştê ku divê Tirkiye bike ev e; Pêwîst e Tirkiye Kurdistanê û gelê kurd weke nirxekî xwe bibîne û xwedî li van destkeftiyên Kurdan derkeve. Eger hewce bike, bila Tirkiye ji Kurdan re biratî û dostaniyê bike, hamîtî bike.” Kurt destnîşan kir ku eger Tirkiye dijbertiya destkeftiyên li Rojavayê Kurdistanê bike, wê ti caran rihet nebe û wiha axivî: “Eger Tirkiye xwedî li Kurdan dernekeve, ne Kurd û ne jî Tirk nikarin ti caran rihet bibin. Eger Tirkiye pêşiya Kurdan veke, wê rihet bibe, bibe dost.”

Ensarîoglu: Ewlehî û statûya kurdan Tirkiyeyê eleqedar dike

Parlementerê Amedê yê AK Partiyê, Galip Ensarioglu, jî da zanîn ewlehî û statûya Kurdan a li Rojavayê Kurdistanê Tirkiyeyê jî eleqedar dike û xwest Tirkiye di şûna dijminahiyê de bi Kurdan re biratiyê bike. Ensarîoglu bal kişand ser wê yekê ku Tirkiyeyê berê li hemberî Kurdên Îraqê helwesteke dijminane nîşan daye, ji ber vê yekê zirarên mezin dîtiye û wiha berdewam kir: “Helwesteke dijminane wê zirarê bide aştiya navxweyî ya Tirkiyeyê jî. Ez bawer im daxwaza Tirkiyeyê ewe ku Kurd jî di nava muxalefeta Sûriyê de cih bigrin. Piştî ku Sûriye hate azadkirin, wê çaxê mirov dikare xweserî û statûya Kurdan, mafên Kurdan nîqaş bike. Eger muxalefet li Sûriyê bê desthilatdariyê û mafên Kurdan nas neke, wê çaxê Kurd wê mafdar bin ku serî li têkoşîna rewa bidin.”

Rûdaw

Diğer Haberler