Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Dixwazin rê li ber serxwebûna Kurdistanê bigirin

Dixwazin rê li ber serxwebûna Kurdistanê bigirin

17 Mart 2017 Cuma 16:01
Endamê Desteya Rêveber a PDK-Sê Mehmûd Remo ragihand ku destê Îranê û dagîrkerên Kurdistanê di şer û aloziyên li Şingalê de heye û tekez kir, dagîrker dixwazin rê li ber serxwebûna Başûrê Kurdistanê bigirin.

Endamê Desteya Rêveber a PDK-Sê Mehmûd Remo ji Rûdawê re ragihand, ku destê Îranê û dagîrkerên Kurdistanê di şer û aloziyên li Şingalê de heye û tekez kir, dagîrker dixwazin rê li ber serxwebûna Başûrê Kurdistanê bigirin.

Endamê Desteya Rêveber a Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyê (PDK-S) Mehmûd Remo ku niha li bajarê Mêrdîn a Bakurê Kuridstanê dimîne, têkildarê rageşî û şerê li Şingalê di navbera Pêşmergeyên Roj û Yekîneyên Berxwedana Şengal YBŞê de qewimîn ji Rûdawê re axivî.

Rêveberê PDK-Sê Mehmûd Remo diyar kir, ku di şerê li Şengalê de destê dewleta Îranê û destê dewletên dagîrkerên Kurdistanê heye.

Remo, got ku dewletên dagîrker bi van aloziyan dixwazin rê li ber serxwebûna Başûrê Kurdistanê bigirin.

Rêveberê PDK-Sê bal kişand ser girtina endamên partiya xwe û ENKSê jî û da zanîn, ku piştî şerê li Şingalê, li Rojavayê Kurdistanê zêdetirî 70 endamên PDK-Sê û ENKSê hatine girtin.

Bi gotina wî endamê Desteya Rêveber a PDK-Sê, herwiha di wan çend rojên dawiyê de, 30 nivîsîngehên partî û saziyên ser bi ENKSê ve jî ketine ber êrişê û çendîn ofîsên wan jî hatine daxistin.

Roja 3ê Adarê li Komelgeha Xanesor a ser bi bajarokê Sinûnê li navçeya Şingalê di navbera pêşmergeyên Leşkerê Roj û hêzeke girêdayî PKKê ya bi navê Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) de şer derket û di encamê de çend kuştî û birîndar çêbûn.

Ji ber aloziyên li Şingalê, welatiyên sivîl cardin li herêmê aware bûne.

Diğer Haberler