Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Diyarbakispor piştî 7 mehan hişyar bû

Diyarbakispor piştî 7 mehan hişyar bû

23 Kasım 2012 Cuma 15:43
Diyarbakirspora ku ev sê sal in nikare pirsgirtêkên xwe çareser bike û ji lîgeke jor dadikeve lîgeke jêr, hefta borî teqiya û piştî demeke dirêj li deplasmanê biserket.

Li Amedê di lîgên 2. û 3. de 6 klûbên futbolê hene: Diyarbakispor, Diskispor, Yeni Diyarbakirspor, Kayapinar Belediyespor, Bismilspor û Erganispor. Di nava wan de tenê Diyarbakirspora kevin di lîga duyemîn de cih digire, her pênc klûbên din jî di lîga sêyemîn de cih digirin.

Diyarbakirspora ku ev sê sal in nikare pirsgirtêkên xwe çareser bike û ji lîgeke jor dadikeve lîgeke jêr, hefta borî teqiya û piştî demeke dirêj li deplasmanê biserket. Diyarbakirspor roja 18ê Mijdarê serkeftineke dîrokê bidest xist û li Yozgatê ligel Yimpaş Yozgatsporê leyîst û piştî 212 rojan careke din sê pûan stand. Diyarbakirspor herwiha piştî 5 salan careke din di maçekê 4 gol li ser hev avêtin. Golên Diyarbakirsporê Murat, İrfan, Bilal û Metin avêtin. Dema Diyarbakirspor di sezona 2008/2009ê de di lîga yekem de dileyîst, di saheya xwe de ligel Altay leyîstibû û wê 4-1 têkbiribû.

Ev bu yekem serkeftina Diyarbakisporê ya vê sezonê. Diyarbakirspor herî dawî di 28ê Nîsana 2011ê de li saheya xwe bi Konya Torku Şekerspor re leyistibû û wê 2-1 têkbiribû. Di 14 maçên dawî de Diyarbakirspor 10 car têkçûye, sê car wekhev maye û tenê carekê, ew jî di vê maçê de, biserket.

Diskispor rêzeserkeftinan dom dike

Klûba Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Diskispor di heftiya 12.de jî biserket û himberên xwe li dû xwe hîst. Roja 18ê Mijdarê di heftiya 12.de Diskispor li saheya Beşikduzusporê leyîst û dijbera xwe 0-1 têkbir. Diskispor lîderê lîga 3. a grûba yekemîn e û di 12 macan de qet têkneçûye û pûanên wê 36 in.(Rûdaw)

Diğer Haberler