Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Diyarbekir şanaziya gelê Kurd û Kurdistanê ye

Diyarbekir şanaziya gelê Kurd û Kurdistanê ye

09 Ekim 2012 Salı 20:48
Nêçîrvan Berzanî bi kurdiyeke xweş û bi zimanekî edebî, xweşî û mezinbûna Diyarbekirê tîne ziman.

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Berzanî di nameyeke spaskirinê de, ku hinek ji naveroka wê kete destê “AVESTA KURD” bersiva diyariya şaredarê şaredariya Sûrê ya Diyarbekirê, Abdullah Demirbaş da.

Di nameya xwe ya spaskirinê de, ku roja yekşemê (07.10.2012) ji Demirbaş re hate şandin, Berzanî behsa cihê Diyarbekirê di dîroka Kurdistanê de û girîngiya wê ya dîrokî dike.

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Berzanî bi kurdiyeke xweş û bi zimanekî edebî, xweşî û mezinbûna Diyarbekirê tîne ziman û dibêje:

„...Weke çawa Diyarbekir di dîrokê de cihekî pir hêja û birûmet digire, wisa jî di dilê her kurd û kurdistanîyekî de cihekî wê yê bilind û taybet heye...“

Serokwezîrê Kurdistanê her wiha dibêje ku ji berê de Diyarbekir bûye evîneke mezin ji bo kurd û kurdistaniyan.

Ew Diyarbekirê weke şanaziyekê ji bo hemû gelê Kurd û Kurdistanê dibîne.

Serokwezîr diyar dike ku ev bajarê Kurdan yê dîrokî her demê bûye mijara stran, destan û helbestan.

Nêçîrvan Berzanî, di nameya xwe de dibêje:

"Evîna mezin a kurd û kurdistaniyan ji Diyarbekirê re, ji kevn de di beste, stran û heyranok, çîrok û helbestên wan de xuya dike, lewra Diyrabekir û dîroka wê cihê şanaziya me hemûyan e...“

Ev name, weke bersivekê bû ji bo diyariya şaredarê Sûrê Abdullah Demirbaş, ku nexşeya dîrokî ya bajarê Diyarbekirê diyarî Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Berzanî kiribû. (avestakurd)

Diğer Haberler