Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Dotmamê Leşkerê jiyana xwe windakirî li serê çiyê ye

Dotmamê Leşkerê jiyana xwe windakirî li serê çiyê ye

19 Haziran 2012 Salı 21:53
Cahit Kılıç ji Hênî ya Amedê ye û dotmama wî jî li serê çiyê gerîllayê Pkkê ye.

Di pevçûna dawî ya di navbera leşkerên Tirkiyê û mensûbên Pkkê de yek ji leşkerên ku jiyana xwe ji dest daye bi navê Cahit Kılıç ji Hênî ya Amedê ye û dotmama wî jî li serê çiyê gerîllayê Pkkê ye.

Li gor agahiyên ku ji malbata leşkerê ku jiyana xwe ji dest daye hate hînkirin, hat zanîn ku; mîlîtana Pkkê ya ku bi şerpeya  xwe hatibû rojeva Tirkiyê bi navê “Dorşîn” û Cahît Kılıç ji yek malbatekê ne û zarokên apê hevin.

“Dorşîn”a ku keçê serokê berê yê Şaredariya Cewzê ye, xwendevanê Zanîngehê bû û dev ji xwendinê berdabû çubû serê çiyê.

Bi vê bûyera dawî careke din hat zanîn ku, ev şer şerê birayan e û birakûjî ye. Beriya vê jî hatibû rojevê ku gelek ciwanên ji yek malbatê û eqreba hevin yek leşkerê dewletê ye yek jî li serê çiyê ye.

Diğer Haberler