Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Dozger şantajê li malbatên Roboskî dike

Dozger şantajê li malbatên Roboskî dike

09 Ağustos 2012 Perşembe 22:22
Parêzer Meral Daniş Beştaş diyar kir ku Dozgeriya Qilebanê şantajê li malbatên Roboskî yên zarokên wan di girtîgehê de ne dike.

Berpirsiyara Komisyona Hiqûq û mafê Mirovan a Partiya Aşitî û Demokrasiyê (BDP) pirsên di derbarê rewşa niha a doza tevkujiya Roboskî de ji Rûdawê re bersivandin.

Meral Bariş Beştaş bi bîr xist ku hê jî 5 ciwanên ji Roboskê ji ber lêxistina qeymeqamê Qilebanê di girtîgehê de ne û  got ku dozger şantajê li malbatan dike. Beştaş wiha axifî: "Hefteya derbasbûyî jî malbatan ew ziyaret kirin û me jî ew ziyaret kiribûn. Dozgerê Qilebanê ji malbatan û parêzeran re gotiye ku hûn 12 ciwanên din ên tevlî lêdana qeymeqam bûne radestî me nekin, em van bernadin û em dozê jî li van ciwanan venakin. Şantajek derhiqûqî li hemberî wan tê pêkanîn. Me hevalên xwe yên parêzer şandin, heman tişt ji wan re jî gotine. Dozger dibêje em ê bêjin we xwastiye ku qeymeqam bikujin. Yên kuştin pêkanîne bi xwe ji derve ne û  dozger dibêje ku wan ciwnan xwastiye qeymeqam bikujin û ji wê yekê cezayê wan mezin e."

´Dozger li 12 ciwanên din ên Roboskê digere´

 Li gor agahdariyên Beştaş her pênc ciwanên ji Roboskê niha di girtîgeha Midyadê de ne û dozger bi armanca girtinê li 12 ciwanên din jî digere. Meral Daniş Beştaş berteka xwe ya li hemberî vê helwestê wisa anî zimên: "Yên ew kuştinê hê îfade nedane lê belê ciwanên ji Roboskê girtî ne. Cihê vê yekê ne di hiqûqê de û ne jî di ehlaq de heye. Heft meh li ser qetlîama Roboskî re derbas bûne lê belê hê jî berpirsiyarên wê ne hatine darazandin."

Di derbarê bersiva serîlêdanên ku li mehkemeyên navneteweyî hatine kirin de jî Beştaş anî zimên ku hê bersiv di derbarê serîlêdanên wan de nehatine. Wê herwiha destnîşan kir ku di warê hiqûqa navxweyî de jî ne berpirsiyaran îfade daye û ne jî dozgeriyê gazî wan kiriye.

Cîgira Serokê BDPê a ji Komisyona Hiqûk û mafê Mirovan a BDPê Meral Daniş Beştaş da zanîn ku ew wekî partî, komisyon û herwiha gelek rêxistin û saziyên din meseleyê ji nêz ve dişopînin û wiha pê de ҫû: "Dozek gelek girîng e û ji bo vekirina dozê û darizandinek adîl, ҫi ji destê me were em ê bikin. Me heta îro jî gelek caran hevdîtin bi dozgeran re pêk anîn û me serî li wan da. Me bi malbatan re jî hevdîtin pêk anîn."

´Em ê beyî qedandina hiqûqa neteweyî serî li DMME bidin´

Li ser pirsa ka gelo ka ew ê ji vir û pê de di warê hiqûqî de ҫi bikin, Daniş diyar kir ku niyeta wan heye beyî li benda encama bidawîhatina hiqûqa navxweyî serî li Dadgeha Mafê Mirova ya Ewropayê (DMME) bidin.

Daniş wiha axifî: "Me bi Baroya Amedê û bi ya Şirnexê re jî hevdîtin pêk anîne. Em dişopînin û ger doz destpêneke,  em ê serî li DMME bidin. Dema doz di warê hiqûqa navxweyî de adilane nemeşe, maf heye ku beyî hiqûqa neteweyî bi encam bibe serîlêdana li DMME were dayîn. Ku mirov pratîk û kirinê ispat bike ku doz bi adîlane nameşe, mafe vê yekê heye. Ger DMME bi rastî jî dadgeha mafê mirovan be, gerek vê yekê bide ber ҫavan ku ev heft meh in di ser qetliyamê re derbas bûne û ev qetliyamek mezin e û ne tiştek sivik e."(Rûdaw)

Diğer Haberler