Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Dr. Berhem Salih diçe Tehranê

Dr. Berhem Salih diçe Tehranê

16 Temmuz 2012 Pazartesi 02:11
Cîgirê sekreterê giştî yê Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Dr. Berhem Salih serdana Îranê dike û wê ligel rayedarên payebilind ên Îranê bicive.

Hewlêr – Sekretera rojnamevanî ya Dr. Berhem Salih, Ala Reûf ji Rûdawê re got: “Dr. Berhem roja sêşemê li ser vexwendina fermî ya Komara Îslamî ya Îranê diçe Tehranê û wê ligel berpirsên payebilind ên Îranê bicive.”

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nazim Debax di vê derbarê de ji Rûdawê re got: “Wê ew serdan 4 rojan dom bike. Armanca wê serdanê jî xurtkirina peywendiyên navbera YNK û Îranê de ye.”

Berhem Salih di serdana xwe de ligel serokomarê Îranê Mehmûd Ehmedî Nejad, serokê şûraya îslamî ya Îranê Elî Larîcanî, wezîrê derve Elî Ekber Salihî, serokê encûmena bilind a asayîşa nîştîmanî Seîd Celîlî û çend rayedarên din ên Îranê dicive.

Ajansa Nûçeyan a Îranê Farsnews jî serdana Dr. Berhem Salih ji bo xurtkirina peywendiyên dîrokî yên YNK û Îranê bi giring bi nav dike.

Serokwezîrê berê yê Herêma Kurdistanê Dr. Berhem Salih di kabîneya şeşemîn de du caran bi fermî serdana Îranê kiriye û ligel rayedarên payebilind civiyaye.

Serdana Dr. Berhem Salih piştî serdana 4 rojî ya berpirsê yekemîn ê Tevgera Goran Noşîrvan Misteva ku 29.06.2012an encamdayî tê.

Noşîrvan Mistefa di wê serdana xwe de ligel rêberê Îranê Ayetullah Elî Xamenî û serokomarê Îranê Ehmedî Nejad neciviya. Tevî ku berê hatibû ragihandin ku wê ligel Ehmedî Nejad bicive.

Rûdaw

Diğer Haberler