Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Duhî, li Sûriyê ta niha 52 kuştî

Duhî, li Sûriyê ta niha 52 kuştî

25 Mart 2012 Pazar 16:38
Desteya Giştî ya Şoreşa Sûriyeyê ragihand ku duhî 52 kes bi bombebaranê û bi guleyên hêzên ewlekariya Sûriyê hatine kuştin.

Hewlêr, 25 Adar – Desteya Giştî ya Şoreşa Sûriyeyê ragihand ku duhî 52 kes bi bombebaranê û bi guleyên hêzên ewlekariya Sûriyê hatine kuştin.

Desteya Giştî ya Şoreşa Sûriyeyê belav kir ku duhî, 52 kesên din li çend navçeyên Sûriyeyê hatine kuştin, piraniya wan li bajarê Îdlib û Humsê ne.

Ji ber êriş û bombebarana bi ser bajarê Îdlibê de 20 kes di bin xaniyên rûxandî û ji ber bombebaranê canê xwe ji dest dane.

Çalak diyar dikin ku li taxên Şama paytext şer û pevçûnên tund hene, bi taybet li taxên Cober û Dûma û hinek taxên din û piştî serdegirtina hêzên dewletê ji hinek taxan re xelk tê girtin û tê cezakirin.

Salek derbaz bû li ser destpêkirina xwepêşandan û raperîna gel li Sûriyê li dijî rejîm û desthilatê ku heta niha ji ber tepisandina xwepêşandanan ji aliyê hêzên rejîmê ve di bûyeran de zêdetirî 10 hezar kesî ji welatiyên sivîl canê xwe ji dest dane.

(AKnews)
 

Diğer Haberler